Bayindir: Bêdengiya saziyên berpirsiyar nayê qebûlkirin 2022-10-21 09:00:50   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da destnîşan kir ku hovîtiya hatiye kirin li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin û rûmeta mirovahiyê bin pê kiriye. Bayindir bang li raya cîhanê kir ku li hember vê yekê rabe.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Dewleta Tirkiyeyê heya niha di van êrişan de gelek caran çekên ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve hatine qedexekirin bi kar tîne. Navenda Parastina Gel (NPG) ragihandibû ku Tirkiye di 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Herî dawî jî nasnameya 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) ên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane eşkere kiribû. Her wiha dîmenên 2 HPG'iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûbûn jî hatibûn belavkirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî axivî.   ‘100 SAL E TÊN BIKARANÎN’   Bayindir, bi bîr xist ku bikaranîna çekên kimyewî di sala 1998’an de di komkujiya Helebçeyê de ketiye rojeva kurdan û hemû cihanê û wiha got: “Li dijî kurdan ev 100 sal in çekên kîmyewî yên cur bi cur tên bikaranîn. Ji qirkirina Dersim, Serhildana Agirî, komkujiya Helebçeyê û heta roja îro çekên kimyewî li dijî kurdan tên bikaranîn. Ew nezî salekê ye jî li Başûrê Kurdistanê dewlet zêdetirî 3 hezar carî bi çekên kimyewî êriş pêk anîne. Ew çekên kimyewî ku tevahiya dewletên cihanê ew redkirine û wekî sûcê li dijî mirovahiyê penase kirine, niha dewleta Tirkiyeyê wan li dijî kurdan bi kar tîne. Her wiha bêdengiya saziyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî hatine avakirin nayê qebûlkirin. Îro bi awayekî hovane li Başûrê Kurdistanê li dijî kurdan çekên kimyewî tên bikaranîn. Dewleta tirkî li ber çavê hemû dinyayê li Başûrê Kurdistanê hewldanên xwe yên dagirkeriyê bi israr berdewam dike. Divê demildest dewleta Tirkiyeyê ji ber sûcên dike li dadgehên navneteweyî bê darizandin. Edî di sedsala 21’ê de tehamûla gelên dinyayê ji bo bikaranîna çekên kimyewî û hewldanên dagirkeriye nemaye.”   ‘HOVÎTIYEKE DIJMIROVAHIYÊ’   Bayindir, destnîşan kir ku divê hemû gelên cîhanê li dijî bikaranîna çekên kimyewî rabin û wiha domand: “Li hemberî vê hovîtiyê îro berdêla herî mezin gelê kurd dide. Divê hemû kes li hemberî çekên kimyewî yên li dijî Tevgera Azadiyê tên bikaranîn deng derxe û bertekê nîşan bide. Ji bo merîv li dijî vê hovîtiyê deng derxe ne hewce ye ku merîv nêzî Tevgera Azadiyê be. Ev hovîtî li dijî hemû mirovahiyê tê bikaranîn û rûmeta hemû mirovahiyê bin pê dike. Ji ber vê yekê divê hemû kesên dibêjin em mirov in û hemû nivîskar, rewşenbîr, saziyên sivîl û hemû gelên cihanê bertekê nîşan bidin.”   ‘BEDENGIYA SAZIYÊN BERPIRSYAR NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Bayindir, îşaret bi bêdengiya saziyên navneteweyî û raya cîhanê jî kir û ev tişt gotin: “Di dîmenan de jî ku çend roj berê hatin belavkirin, bi awayekî eşkere tê xuyakirin ku dewleta Tirkiyeyê bi desthilatdariya AKP-MHP'ê li herema Kurdistanê çekên kimyewî bi kar tîne. Ne tenê li herema Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn plansaziya hewldanên dagirkeriyê dike. Bi hişmendiyeke êrişkar li her derê di nava hewldanên dagirkeriyê de ye. Lê bêdengbûna raya cîhanê ya li hemberî vê nayê qebûlkirin. Helbet divê gelê kurd li dijî qetilkirina zarokên kurd û bikaranîna çekên kimyewî têbikoşe. Lê divê ev yek bi kurdan neyê sînordarkirin, divê hemû cîhan deng derxe. Gefên Pûtîn ên ji bo çekên nukleerî, hemû dinyayê rakir ser pêyan, lê li Kurdistanê tevî ku her tişt li ber çavan e û her roj çekên kimyewî tên bikaranîn jî raya dinyayê û saziyên ji pêşîgirtina li çekên kîmyewî berpirsiyar bêdeng in. Ev bêdengiya wan nayê qebûlkirin.”   BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR   Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên navneteweyî kir ku çekên kîmyewî yên Tirkiye ew bi kar tîne têixn rojeva xwe û wiha got: "Divê bikin rojeva xwe ya sereke û pêşî li ber dewleta Tirkiyeyê bigrin. Bila berpirsyariya xwe bi cih bînin. Heke berpirsyariya xwe bi cih neynin, dê bê fehmkirin ku ev sazî û dewletên navneteweyî Tirkiyeyê teşwqî dikin ji bo bikaranîna çekên kimyewî. Heke pêşiya Tirkiyeyê neyê girtin, kî dikare garantî bike ku sibe dusibe ew çekên kimyewî dê li dijî gelên din ên Rojhilata Navîn neyên bikaranîn."   MA / Mahmût Altintaş - Mujdat Can