Dadgeh ket etra siberoja sercerdevan û cezayê wî kêm kir 2022-10-21 09:02:41   MÊRDÎN - Li Midyadê sercerdevan Şukru Akçay, Mûsa Çelîk qetil kiribû. Dadgehê ewilî "cezayê muebedê" lê biriye, lê paşê cezayê wî kêm kiriye, daxistiye 12 sal û 6 mehan. Dadgehê di hinceta biryara xwe de "bandora ceza ya li siberoja kiryar" esas girtiye û cezayê wî kêm kiriye.    Li gundê Meskenê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê di 21'ê mijdara 2021'ê de sercerdevan Şukru (Şîrîn) Akçay û birayên wî Veysî û Mahsûm Akçay şivanê bi navê Mûsa Çelîk qteil kiribûn û hatibûn girtin.    Dadgehê di 29'ê îlonê de biryara xwe eşkere kiriye û cezayê "muebedê" li Şukru Akçay biriye. Lê paşê dadgehê "tehrîka neheq" û "rewşa baş" esas girtiye û cezayê Akçay kêm kiriye, daxistiye 12 sal û 6 mehan. Her wiha dadgehê li Veysî Akçay sal û 8 meh ceza biriye û der barê Mûsa Akçay de jî biryara beraetê daye.    Çendî bersûc Veysî Akçay di îfadeya xwe de diyar kiribû ku roja bûyerê wî bi çeka xwe rastgele derdor gulebaran kiriye jî, dadgehê "cerdevantiya wî esas girtiye û derpêş kiriye ku qesda wî ne kuştin bûye. Her wiha dadgehê diyar kiriye ku fîşeka ku ji çeka Veysî Akçay derketiye jî li Çelîk neketiye û armanca wî tenê "çavtirsandin" bûye.    Dadgehê di hinceta xwe de ji bo Şukrê Akçay jî "bandora ceza ya li siberoja kiryar" esas girtiye û ji ber vê cezayê wî kêm kiriye.