Gelo xizmên Yildiz ê AKP’yî destê xwe xistibûn qirika Fakibaba? 2022-10-21 10:19:16   RIHA - Di îdianameya qetlîama Malbata Şenyaşar de xwe da der ku roja qetlîam pêk hatiye kesek ji malbata Yildiz a êrişkar destê xwe xistiye qirika şahidê bûyerê Ahmet Eşref Fakibaba ku duh ji AKP’ê îstîfa kir.    Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba duh ji parlamenteriyê û AKP’ê îstîfa kir. Fakibaba hêceta îstîfaya xwe jî wek ku ev siyaseta di nav de ne li gorî feraseta siyasî û ehlaqî ye dabû nîşandan. Fakibaba ji malperek herêmî ya nûçeyan re axivî û diyar kir ku ew ê tev li Partiya ÎYÎ bibe.    Lê derdorên siyasî yên Rihayê dibêjin sedema îstifa Fakibaba ew e ku Serokomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan ji bo hilbijartinên 2023'yan destûr daye Parlamenterê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di komkujiya li dijî Malbata Şenyaşar de cih girtibû û dê erke bide wî.    Li Rihayê ev demeke dirêj e mijar ku tê axaftinê dibêjin di navbera Fakibaba û Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de rageşî heye. Di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêzvan û xizmên Yildiz ve di êrişa li dijî kargeha Malbata Şenyaşar û piştre jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hat de 3 ferdên malbatê hatibûn qetilkirin. Wezîrê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê yê wê demê Ahmet Eşref Fakibaba li nexweşxaneya ku qetlîam lê hat kirin bû. Şahidekî ku roja piştî komkujiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî diyar kiribû ku Fakibaba di dema êrişê de li baxçeyê nexweşxaneyê bû.    MALBATA ŞENYAŞAR KIRIBÛN HEDEF    Fakibaba rojek piştî qetlîamê di bernameya cejnê de ji endamên AKP’ê re axivîbû û Malbata Şenyaşar hedef dabû nîşandan. Her wiha Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û rayedarên din jî yên AKP’ê malbatê hedef dabûn nîşandan.    WÊNE DERKETIBÛ HOLÊ    Wêneyek hatibû girtin têde tê xuyakirin ku beriya komkujiyê bi hefteyekê dema Fakibaba li sûkê serdana esnafan dike û diçe ser dezgehê Ferît Şenyaşar û silavê dide. Di wêne de tê xuyakirin ku Îbrahîm Halîl Yildiz li pêşiya Fakibaba ye. Di wêne de dihat dîtin ku hem Ferît Şenyaşar û hem jî Fakibaba dikenin.    FAKIBABA LI XWE MIKÛR HATIBÛ    Fakibaba piştî qetlîamê heta 3 sal û 4 mehan bêdeng ma û di 13’ê mijdara 2021’ê de bû mêvanê televîzyonek Rihayê û bêdengiya xwe xera kiribû. Fakibaba diyar kiribû ku ji ber wî bûyerê wek “bûyerek terorê” pênase kiribû şerm dike û derbarê bûyerê de li xwe mikûr hatibû û gotibû ku xwezî bûyer neqewimiya û bal kişandibû ser Nobeda Edaletê ya malbatê.     ŞAHI DIBÊJE KU FAKIBABA LI WIR BÛYE    Îdianameya qetlîama li nexweşxaneyê piştî 4 sal û 4 meh şûn ve hat amadekirin. Tevî ku Fakibaba gotibû kêliya qetlîamê li baxçeyê nexweşxaneyê bûye jî lê derbarê şahidiya wî de tu belge nîne.    Lê belê di îdianameyê de cih ji îfadeya şahidek bûyerê re hatiye veqetandin û şahid E.E. diyar dike ku Fakibaba roja qetlîamê ji aliyê kesek malbata Yildiz ve bi êrişê re rûbirû maye û wî kesî destê xwe xistiye qirika Wezîrê Çandiniyê.    MA / Emrûllah Acar