Dewleta tirk ku nikare pêş bikeve hejmara bikaranîna çekên kîmyewî zêdetir kir 2022-10-21 10:23:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk zêdetirî 6 meh in êrişî heman deverên Zap û Avaşînê dike. Dewleta tirk, li qadên ku nikare yek gavê pêş bikeve bikaranîna çekên kîmyewî 15 qat zêdetir kir û heta niha zêdetirî 2 hezar û 476 caran bi kar anîne.   Dewleta tirk, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî qadên Herêma Federal a Kurdistanê dike. Starta êrişan, di sala 2018’an de li dijî herêma Bradostê dest pê kir û di meha gulanê ya sala 2019’an de bi êrişên li dijî herêma Xakûrkê re hat berfirehkirin. Di 10’ê sibata 2021’an de jî li dijî herêma Garê êrişeke berfireh hat kirin. Di êrişê de 41 balafir, gelek helîkopter, SÎHA û yekîneyên taybet hatin bikaranîn. Di encama êrişê de yek jê kesekê iraqî bi giştî 13 leşker, polîs û endamên MÎT a tirk hatin kuştin. Dewleta tirk ku ji êrişa Garê encamek bi dest nexist, îcar di meha nîsana heman salê de li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişeke berfireh kir. Di êrişên behsa xeberê de çekên kîmyewî û xazên jehrî hatin bikaranîn.    BÎLANÇOYA WEZARETÊ    Du roj piştî hevdîtina Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku di 15’ê nîsana 2022’yan de li Qesra Dolmabahçeyê bi Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re kir, îcar li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn êrişên berfireh hatin destpêkirin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di van 6 mehên şer û pevçûnan de tenê navê 63 leşker û cerdevanan ragihand. Di heman demê de wezaretê ragihand ku helîkopterek ji ber pirsgirêkên teknîkî ketiye.    HPG: 2 HEZAR Û 346 LEŞKER HATIN KUŞTIN   Li hêla din HPG’ê jî bîlançoya şer û pevçûnên 6 mehan bi raya giştî re parve kir û li gorî daxuyaniyê; di encama şerê 6 mehan de heta niha 17 jê payebilind bi giştî 2 hezar û 346 leşker û cerdevan hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku di şer de 10 helîkopter hatine xistin û herêm 3 hezar û 491 caran ji hêla balafirên şer ve û 4 hezar û 197 caran jî ji hêla helîkopteran ve hatiye bombebarankirin. Di heman demê de herêm bi hezaran caran hat topbarankirin. Yek ji mijarên balkêş ên daxuyaniya HPG’ê jî bikaranîna çekên kîmyewî bû. HPG’ê, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ku weke sûcê li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin û bi peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin, roj bi roj zêdetir dibe. HPG’ê, da zanîn ku di nava 6 mehan de artêşa tirk 2 hezar û 476 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîne. Di bîlançoyê de hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnan de heta niha 153 gerîlayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dane.    ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ: 44 HPG’IYAN JIYANA XWE JI DEST DAN    Demekî kin piştî bîlançoya 6 mehan, îcar HPG’ê nasnameyên endamên xwe yên di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dayîn parve kir. HPG’ê, da zanîn ku di encama êrişên kîmyewî yên di mehên destpêkê de 27 endamên wan û di mehên tebax, îlon û cotmehê de jî 17 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.    LEŞKERÊN KU KUŞTINA WAN TÊ VEŞARTIN    Di vê pêvajoya şer de HPG’ê kunyeyên gelek leşkerên di şerde hatine kuştin parve kir. Di 31’ê gulanê de hat ragihandin ku Berbaz Çawişê Biqidem Yûnûs Eylîk, Çawişê Pispor Alî Taşkin (Tûgaya Komandoyan a Sêrtê), Çawişê Pispor Mevlût Çetîn û Çawişê Pispor Ahmet Akpinar hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Eylîk û Taşkin di 8’ê îlonê de hatine kuştin û dîmenên kunye û alavên wan bi raya giştî re hatin parvekirin.    Hat ragihand ku di encama şerê di 7’ê tîrmehê de li qada Girê Şehîd Pîrdoxan ê Girê Amediyê  2 leşker hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê, navê leşkerekê hatiye kuştin Nacî Kaygisiz e û cenazeyê wî di destê HPG’ê de ye. Piştre jî dîmenên cenazeyê Kaygisiz hatin parvekirin.    Li gorî daxuyaniya HPG’ê, di şerê 11’ê îlonê yê li Girê Cûdî û yê di 12’ê îlonê de li Zapê, 10 leşker hatin kuştin. Navên leşkerên hatine kuştin jî weke Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Burak, Nacî, Harûn, Mert, Oguz û Fûat hatin parvekirin.    Wezareta parastinê ya dewleta tirk jî di daxuyaniya xwe ya di 11’ê îlonê de tenê navên Harûn, Savaş, Gokhan û Fatîh parve kirin. Lê belê têkildarî aqûbeta leşkerên din tiştek parve nekir.    ÊRIŞ JI ROJEVÊ XISTIN   Yek ji bûyerên herî balkêş ew bû ku dema dewleta tirk dest bi êrişên xwe kirî, propagandayeke pir mezin kir lê belê demekî kin piştî destpêkirinê, êriş hema hema bi temamî ji rojeva çapemeniya tirk ket. Medyaya alîgir a AKP-MHP’ê ku di destpêkê de her serê deqeyê manşetên xwe bi ‘deqeya dawî’ didan, mijara behsa xeberê roj bi roj ji rojeva xwe xist û demek piştre jî tenê bi daxuyaniyên wezaretê bisînor ma.    TIRKIYE PÊŞ NAKEVE   Tirkiye ji êrişên xwe encamekî bi dest naxe û pêşketina ku hêvî dikir bi dest nexistiye. Yek jê girîngtirîn sedema xistina vê mijarê ya ji rojevê jî ev rastiye ye. Di bîlançoyên mehane de derheqê qadên bipevçûn de agahî tên parvekirin û ev agahî jî vê sedemê piştrast dike. Li gel ku bi ser pevçûnan re 6 meh derbas bûne, hêjta şer li heman qadan didome. Tevî piştgiriya mezin a PDK’ê jî dewleta tirk li qadên ku cara ewil êriş lê kiribûn pêş neketiye.    Di daxuyaniya piştî êrişa ewil a di 17’ê nîsanê de qadên rastî êrişê hatin wiha hatibûn diyarkirin; qada Werxelê ya herêma Avaşînê, qadên Kurê Jaro, Şikefta Birîndaran, Ertûş, Şehîd Şahîn, Karker û Çiyareş ên Zapê. Di demên piştre de jî hat ragihandin ku êriş ber bi qadên Mamreşo, Çiyayê Reş, Şikefta Birîndaran, Girê Hekarî, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM, Girê Sor, Saca, Girê Kartal, Çemço û Sîdayê ve hatiye berfirehkirin. Li gorî daxuyaniyên di mehên tebax, îlon û cotmehê de jî qadên ku êriş li ser didomin wiha hatin destnîşankirin; Werxelê, Kurê Jaro, Girê Sor, Mamreşo, Girê Hekarî, Şikefta Birîndaran, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Sîda, Çemço û Girê Kartal. Anku ev 6 meh in dewleta tirk êrişî kîjan deverê kiribe, hêjta yek gav pêş neketiye û li wir xitimî ye.    BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ 15 QAT ZÊDETIR KIRIN   Êrişên li dijî qadên navborî hêj berdewam in. Dewleta tirk ku di êrişan de tu pêşketinan bi dest naxe, îcar bikaranîna çekên kîmyewî hêj zêdetir kir. Di bîlançoya meha ewil de hatibû destnîşankirin ku dewleta tirk di êrişên xwe de 164 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Ev hejmar, di nava 6 mehan de 15 qat hat zêdekirin û dewleta tirk heta niha zêdetirî 2 hezar û 476 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîne.