Hevserokê PJAK’ê: Divê li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam bikin 2022-10-21 11:39:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PJAK'ê Siyamend Muînî diyar kir ku desthilata Îranê ti derfetek guherînê têde nemaye û got: “Mirov ji vê desthilatê li benda demokrasiyê bimîne, wê bibe xapandinek dîrokî. Xwepêşandanên heyî giring in, divê berdewam bikin ta digihe qonaxek nû û serkeftinê.”   Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Muînî di hevpeyvînek li gel Rojnewsê de behsa rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê her wiha projeya PJAK a ji bo rewşa Îranê û giringiya yek helwestiya aliyan kir.   Hevpeyvîna Muînî ya li gel Rojnewsê wiha ye:    * Piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengtiya jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandan hatin destpêkirin. Berê de jî çend caran xwepêşandan li Îranê dihatin lidarxistin. Cûdahiya xwepêşandanên vê carê ji yên berê çiye?   EM DIKARIN BI DESTPÊKA RONESANSEK HIŞMENDÎ Û FIKRÎ LI ÎRANÊ Û HERÊMÊ PÊNASE BIKIN    Sîstema dîkdator û kevneperest pênaseya xwe heye û ew jî hişmendiya teng û qebûlnekirina fikrên cûda û dijbere. Bi awayek giştî li dijî her cûre azadiyek ya civakî yan jî take kesî ye. Qebûl nake ti deriyek li pêş azadiyê vekirî be. Desthilatdarî û hakîmyeta Komara Îslamî ya Îranê bi vê hişmendiyê, her wiha bi hişmendiya leşkerî nêzî gelê Îranê bûyîn û sîstema zilamsalarî meşandin, xwezayiye pênaseyek bi vî rengî li ser hikûmeta faşîst a mezhebî ya Îranê çêbe. Ev hakimyet tu demê çareseriyê nefikiriye. Ji bona wê bi berdewam xwepêşandan û nerzîbûn li nava çîn û beşên cûda yên Îranê de çêbûne. Xwepêşandanên vê carê ji xwepêşandanên berê cûdatire. Dikarîn bi destpêka ronesansek zihnî û fikrî li Îran û herêmê pênase bikîn. Tişta di şêwazê dirûşme û xwepêşandanan de tê dîtin, ji beriya niha xwepêşandan yan pîşeyî bûn, yan bi şêwazê herêmî yan jî bi zihniyeta navendgirî a dewlet-netewe ya desthilatdariyê dihatin kirin. Ti xalek balkêş û hevbeş ji bo beşên din ên civaka Îranê û Kurdistanê nebû.   Vê carê bi pêşengiya jina Kurd li Rojhilatê Kurdistanê destpêkir. Gel li Tehranê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku dirûşmeyek şoreşgerane ye ji bo pêşketin, yeksaniya navbera jin û zilame hemû beşên Îranê girtiye. Ev dirûşme wek navendek hemû hêz û aliyên dijberên rejima Îranê li dora xwe komkiriye. Ew dirûşma ku li seranserî Îranê hat gotin, çavkaniya wê Rojhilatê Kurdistane. Ev tê wateya ku Kurdistan kariye bibe navend û pêşengê ji şoreşa demokrat û azadîxwaz a hemû Îranê re.   * Daxwaziya gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jinan çiye û dixwazin çi were guhertin?   NEMANA SÎSTEMA FAŞÎST Û MEZHEBÎ YA ÎRANÊ DAXWAZA HEVBEŞ A HEMÛ GELÊN ÎRANÊ YE    Daxwaz cûda ne, her pêkhate û netewek daxwazên xwe yên taybet hene. Lê eger di warê sosyolojî û siyasî de mijarê binirxînin, dibînin xala hevbeş di navbera hemû pêkhate û netewên Îranê de gelekin. Ji van xalên hevbeş, nemana sîstema totalîter, faşîzma mezhebî ya hikûmeta Îranê ye. Ev hem ji bo pêkhateyên li nava sinorên coxrafî ya Îranê hezim nake, hem jî ji bo jinan ku nîva civakê pêktînin qebûl nakin. Dîkdatorî û destwerdana desthilata Îranê ya li ser jiyana mirovan gihiştiye wê astê ku destwerdanê di jiyana hemû gel de dike. Heta şêwazê li xwekirina cilan û sernixamtinê jî ji bo jinan diyar dike. Ji bo netewan mijara demokrasî û azadiyê wek mijarek metirsî û ewlehiyê ji bo desthilata xwe dibîne. Destura ti cûre azadiyek nade. Bi behaneya ‘parçebûna Îranê’ her kes û rêxistinek li dijî vê rejimê be, dibin vê behaneyê de bêdeng dike. Em wek PJAK me gelek proje di van salên borî de pêşkêş kiriye. Lê bi ti awayek ev daxwazên gelê me yê Rojhilat ji aliyê desthilatê ve li berçav nehatine girtin. Ji bona wê gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di nava lêgerînê de ye dakû derfetek ji bo xwe gihandina azadiyê bibîne.   * Rejima Îranê her tim îdia dike ku destên derve di pişt nerazîbûnan de heye û hêzên Rojhilatê Kurdistanê wek berpirs dibîne. Hun van îdiayan çawan dinirxînin?   HEKE DI CIVAKEKÊ DE AZADÎ NEBE, DÎKTATORÎ HEBE GEL NEÇARE NERAZÎBÛN NÎŞAN BIDE    Ev gotinên rejimê ne tiştek nû ne, piraniya rejimên dîkdator dema dikevin tengiyê û nikarin pirsgirêkên civakê çareser bikin, dikevin nava peydakirina behaneyan û dibêjin destên derve di pişt xwepêşandan û nerazîbûnan de heye. Ev bi temamî neraste û behaneyek seqete ku dîkdator ji bo mijarên azadî û mafxwaziya gel nîşan didin. Ger di civakek de azadî nebe û rêveberî bi sîstema dîkdatorî û totalîterî bimeşe, gel neçare nerazîbûna xwe nîşande û mafên xwe bi van rêbazan ji desthilatê bixwaze. Dîkdator hertim di demên nakokiyên navbera gel û desthilatê derdikevin de behaneya destên derve nîşan didin. Ev metod jî hatiye dîtin di dîroka mirovahiyê de nekariye heta dawiyê berdewam bike. Di encam de zemîn ji bo hilweşîna hakimyeta dîkdator amade kiriye û di dawiyê de jî ev sîstem bi destê gel rûxiyane.   * Hinek hêz hewil didin hêviyên gel bi derve de girêbidin û dixwazin desthilata şah wek çareserî nîşan bidin, di jêr van hewildanan de çi heye?   KURÊ ŞAHÊ BERÊ YÊ ÎRANÊ BI DIRÛŞMA POPOLÎSTIYÊ GEL BIXAPÎNE    Raste hinek partî û kesayet hene dûrî îradeya gel, hemû hêviya xwe bi destwerdana dewletên derve de girêdane û dixwazin bi vî awayî bibin hêzek di hikûmeta dema pêş da. Di bingeh de ev tê wê wateyê ku ev partî û kesayet ti rêxistinbûnek wan a bibandor di nava gel de nine. Ji bona wê dixwazin bi rêya hêzên biyanî tenê dixwazin hevguhertinê bi dîkdatoriyê bikin û bixwe cihê dîkdatorên berê bigrin. Em dizanîn ku sîstema cîhanî pilan û projeyên xwe ji bo herêmê heye û li ser berjewendiyên siyaseta nîvlîberal dixwazin projeya xwe avabikin. Hêza gel jî li eniyek cûda bi projeya xwe amadekariyan ji bo siberoja civakek demokratîk dike. Di vê navberê de aliyek din heye ku me behskir, bi piştgiriya hêzên derve xwe bi projeya nîvlîberalîzim dixwaze xwe di nava pêvajoyê de bicih bike. Cih guhertinê bi dîkdatoriyê bike û cihê dîkdatoriya heyî bigre. Lê gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd ezmûna wan li ser vê siyaseta paşayetî û vê binemalê heye. Ti cihek wan di nava gelên Îran de bi vî şêwazê xwe yê şovenîst wê nebe. Gel bi giştî li pey aştî û azadiyê ne. Formên din dîkdatorîne, çi dîkdatoriya mezhebî, etîkî û derve red dikin. Wê ti cihek wan di siberoja Îranê de nebe.   * Hinek alî jî hene dixwazin jinan bidin aliyek û daxwazên wan ên rewa biguherin, divê derbarê de çi peyamek we ji bo xwepêşanderan heye?   Her kes baş dizane ku civaka Îranê bi perwerde û sîstema Komara Îslamî ya Îranê civakek bi temamî bi hişmendiya zilamsalarî qalib girtiye. Li ser vî esasî şêwazê fikirînê şêwazek zilamsalariye. Her wiha li ser vî bingehî xwezayiye ku desthilat û beşek  ji muxalefeta Îranê fikra wan di warê sosyolojiyê de li ser vî zihniyetê bin. Bi çavê desthilat û zilamsalarî li bûyerên siyasî û mijarên civakî dinêrin. Ji bona wê ye beşek ji vê civakê ku hişmendiya zilamsalarî di serê wan de heye, azadiya jinê, daxwazên wan ên xwezayî yên ji bo wekheviya jinan hezim nakin. Dixwazin van daxwazan li gor têgihiştina xwe yan jî bi wateyek din bi hişmendiya zilamsalarî lîberalîze bikin. Lê ev di mijara daxwazên xwezayî yên jinan ku daxwazên demokratîkin, berê de jî min wek ronesansa zihnî pênase kiribû dibe asteng li pêş vê zihniyeta kevneperest a zilamsalarî. Ji bona wê dikarim bêjim, xwezayiye di civakek zilamsalarî de mirovên kevneperest jî bi maskeya şoreşgerî bixwaze mejiyê xwe yê geniyê paşketî veşêre.   * Kurd li beramberî rewşa nû ya li Rojhilatê Kurdistanê çiqas yekgirtiye?   KURD YEKGIRTÎ YE Û PIŞTGIRIYA HEV DIKIN    Bi awayek giştî ger em hizbên siyasî li berçav negirîn, gelê Kurd yekgirtî û pişgiriya hevûdû dikin. Serhildana xelkê bajarê Seqiz a li dijî qetilkirina Jîna Emînî di demek zû de piştgiriya bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi xwe re anî. Ne tenê bajarên Kurdistanê, bajarên wek Tehran, Tebrêz, Şîraz, Ehwaz. Heta ev serhildan li hemû bajarên Îranê belav bû û Kurdên li dervey welat jî rabûn û li dijî rejimê daketin qadan. Tevayî hêzên zilimkar ên Îranê şoq bûn.   * Hûn çareseriyek çawan ji bo rewşa Îranê dixwazin? Yan jî bi wateyek din di vê rewşê de divê Îran çi guhertinan bike û derfetê guherînê di çi de heye?   Komara Îslamî ya Îranê bi mêzandina faşîzma mezhebî  û bi bingeha xwe ya wilayetê feqîh ti derfetek nade demokrasiyê ku pirsgirêka demokrasiyê ya li Îranê çareser bike. Niha piştî 40 salan tehemûla hemfikir û hevkarên xwe yên berê nakin. Piraniya pêşengên xwe bişavtine, kuştine yan jî di girtîgehan de ne. Derbarê pirsgirêka Kurd de ev sîstem hem bi mêzandina xwe ya ewlehî hem jî bi mêzandina xwe ya faşîzma mezhebî nêzî pirsgirêka Kurd dibe. Ji bona wê mirov bimîne li benda vê sîstemê ku demokrasiyê bîne, xwe xapandinek dîrokiye. Wek ji beriya niha jî me behs kir ev desthilat derfeta xwe guherîn û reforman têde nine. Ji bona wê reform û guherîn di vê serdemê de ne mumkîne. Eger guhertinek çêbe jî tê wê wateyê ku ev sîstem êdî nemaye û desthilata wê hatiye guhertin. Wê demê PJAK’ê projeya xwe heye.   * Di vê qonaxê de daxwaza we ji gelên Îranê, hêzên Îranê, hêzên demokratîk û jinan çiye?   DAXWAZA ME EW E KU HÊZÊN DEMOKRATÎK BI HEV RE LI DIJÎ REJÎMÊ TÊBKOŞIN    Em ji sala 2016’an ve kar li ser du projeyên bingehîn disekinin. Yek di çarçoveya Rojhilatê Kurdistan, ya din jî ji bo hemû Îranê ye. Em dixwazin hêzên demokrasîxwaz li eniyek hevbeş de li dijî vê rejima totalîter bi yekgirtî kar bikin. Niha dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ wek dirûşmek bingehîn li seranserî Îranê hemû hêzên cûda li dora xwe komkiriye. Dema wê yekê ye sud ji vê derfetê were girtin ku Kurdan pêşengtî ji vê serhildanê re kirin. Beşek zêde ya pêkhateyên Îranê jî bi şêwazek erênî vê pêşengtiya Kurdistanê qebûl kirin. Gelek giringe ev pêşengtî berdewam be. Bersivdana siberojê jî li ser heman xetê berdewam be. Kurdistan divê qonaxê de karî pêşengtiyê ji şoreşa gelan re bike. Di pêvajo û qonaxên dawî de jî divê ev pêşengtî berdewam be. Lê giringe Rojhilatê Kurdistan yekgirtina xwe bihêz bike û bikare ta serkeftina vê serhildanê cihê xwe di nava serhildanê de biparêze. Giringe ev xwepêşandan berdewam bin û bigihe qonaxek nû ta digihe serkeftinê. Em jî wek PJAK ji roja destpêkê ve me ji bo gelê xwe têkoşîn kiriye, ta serkeftinê em ê di eniya gelê xwe û gelên azadîxwaz ên Îranê de bi hemû hêza xwe ve bimînin."