Beştaş: Heke mijar kurd be hem muxalefet û hem jî îktîdar li gorî ‘Peymana Tirktiyê’ tevdigere 2022-10-21 11:53:19   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku hikûmeta AKP’ê nikare bersiva bikaranîna çekên kîmyewî bide û wiha bertek nîşan da: “Mîna her carê dema mijar bû kurd, tevek jî dibêjin ‘têkoşîna li dijî terorê’ û Peymana Tirktiyê dikeve meriyetê.”    Dîmen û wêneyên ku dewleta tirk di êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê de çekên kîmyewî bi kar tîne hatibûn parvekirin. Piştî parvekirina wêne û dîmenan, bikaranîna çekan ket rojeva Tirkiyeyê û nîqaşên li ser didomin. Têkildarî mijarê li Lijneya Giştî ya Meclisê di navbera parlamenterên HDP û AKP’ê de nîqaş derketin. Parlamenterên MHP û AKP’ê parlamenterên ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dayîn, hedef nîşan dan.    Yek ji parlamenterên tev li nîqaşên li Lijneya Giştî ya Meclisê bûyî jî Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bû. Beştaş, diyar kir ku berdevkên desthilatdariyê bersiva pirsên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî de nedane û wiha got: “Piştî israra me, wezareta parastinê daxuyaniyek da. Îbrahîm Kalin û Omer Çelîk jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî dan. Ji bilî gotina îftîrayê û sûcdarkirinê, tiştek negotin. Daxuyaniyên fermî yên hatine dayîn, bersiv nebûn. Li Lijneya Giştî nîqaşên girîng hatin kirin. Ev helwesta wan tê wateya ‘ez daxuyaniyê nadim û bêdeng dimînim.’ Dibe ku di nava envanterê de nebe lê pir bi hêsanî tên çêkirin û bikaranîn. Me pirsên pir vekirî ji wezareta parastinê kirin lê bersiv nedan. Rêbaza AKP’ê ya klasîk e; yê li hemberî xwe sûcdar bike û biderewîne.”   ‘DARAZÊ PEYAMA ‘ME FERMAN HILGIRT’ DA’   Bi domdarî Beştaş bal kişand ser lêpirsîna derheqê Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ewqas axaftin û êrişên Serokwekîlên Koma MHP’ê û parlamenterên AKP’ê yên li ser Fîncanci, tiştekî ji rêzê nebû. Hêj nîqaşên li lijneyê bi dawî nebûbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin. Anku darazê peyama ‘me ferman wergirt, dê tişta pêwîst bikin’ da. Dixwazin ku TTB daxuyaniyên xwe li gorî daxwaza desthilatdariyê bide. Li dijî her seknên zanistî ne. Tehemûla wan li dijî tu kesên wan rexne dikin nîne. Bi qanûna dezenformasyonê re dibêjin; ‘daraz di destê me de ye û em dikarin derheqê her kesî de lêpirsînê vekin û bigirin.’ Bi vê rêbazê dixwazin gel bêdeng bikin. Di şexsê mamoste Şebnemê de raste rast gefê li 84 milyonan dixwin.”   ‘BERSIVÊN ELETEWŞ DIDIN’   Beştaş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Para meclisê jî di bikaranîna çekên kîmyewî de heye. Di dawiya dawî de ev kiryar encama tezkereyê ye. Dema mijar dibe bikaranîna îdiayên girîng û daxwaza lêkolîna OPCW’ê tê kirin jî dibêjin; ‘ew dever di nava sînorên me de nînin.’ Serokê MÎT’ê li wir bi hefteyan hevdîtin kirin û sefîr dibêje; ‘her kesê têkiliya wan bi PKK’ê re hene di hedefa me de ne.’ Anku înfazan diparêze. Lê dema mijar dibe bikaranîna çekên kîmyewî, dibêjin ‘di nava sînorên me de nîne.’ Bi zanebûn wisa dikin. Ji bo îdiayên ewqas girîng, bersivên eletewş didin. Ji bilî HDP’ê, hemû partiyên muxalefetê niha di vê mijarê de bêdeng in. Bêdengiya wan tê wateya erêkirinê. Erk û berpirsyariyên muxalefetê hene ku qet nebe divê têkildarî mijarê daxwaza lêpirsînê bikin. Lê mixabin mîna her carê, dema mijar bû kurd, tevek jî dibêjin ‘têkoşîna li dijî terorê’ û Peymana Tirktiyê dikeve meriyetê. Di mijara kurdan de mîna desthilatdariyê ne.”