Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê hat redkirin 2022-10-21 12:36:29   STENBOL - Bi hinceta ku xutbe û weazên xwe bi kurdî dane, derheqê DÎAYDER’ê de doz hatibû vekirin. Daxwaza yekkirina dosyayên DÎAYDER û ÎBB’ê ji hêla dadgehê ve hat redkirin.    Bi hinceta ku weaz û xutbeyên xwe bi kurdî dane, derheqê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Alimên Olê (DÎAYDER) de doz hatibû vekirin û serokê komeleyê Ekrem Baran hatibû girtin. 7’emîn danişîna doza DÎAYDER’ê ku serokê komeleyê Baran û 23 endamên wê tên darizandin, li 14’êmîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Baran, ji Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li adnişînê bû û her wiha 10 melayên bi awayekî negirtî tên darizandin, malbat û parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn. Li gel vê, nivîskar Oya Baydar, endama Yekitiya ji bo Yekitiyê (DÎB) Nesteren Davutoglû, ji Platforma Em li Rex Hevin (Yanyanayiz) Gurhan Ersoy û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî tev li danişînê bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Ekrem Baran axivî û bal kişand ser rewşa girtî ya domdirêj. Baran, da zanîn ku ev salek û nîve bi awayekî derhiqûqî girtî ye û got ku divê ev rewş bi dawî bibe. Baran, diyar kir ku sedemeke domandina rewşa wî ya girtî li holê nîne û bal kişand ser kesên bi heman sedemê dihatin darizandin û berdan.    Parêzer Firat Epozdemîr jî destnîşan kir ku di danişînên berê de derket holê ku îfadeyê şahidên nepen û vekirî ji ber xwe ve hatine çêkirin û ev pirs kir: “Tevî ku ev rewş tê zanîn, gelo çima miwekîlê min hêjta girtî ye?” Bi domdarî Epozdemîr bal kişand ser doza derheqê xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ku bi sedema axaftinên li ser telefonê û belavkirin qertên alîkariyê tên darizandin û xwest ku her du dosya bibin yek.    Melayên tên darizandin û parêzerên wan jî xwestin ku tevdîra kontrola edlî bê rakirin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Piştre jî dozger mafê axaftinê girt û xwest ku rewşa girtî ya Baran bidome. Dadgehê, biryara xwe ya navberê da. Dadgehê, bi hinceta “asta ku doz gihaştiyê” daxwaza yekkirina dosyayan red kir û biryar da ku rewşa girtî ya Baran bidome. Dadgehê, danişîn taloqî 13’ê çileya 2023’yan kir.