Bi girseyî serdana malbata Ete û Ûzûn kirin 2022-10-21 14:15:57   ŞIRNEX / MÊRDÎN - Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi girseyî serdana malbata endama YJA-STAR’ê Kevser Ete û malbata endamê HPG’ê Abdurrahîm Ûzûn hate kirin.       Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi girseyî serdana malbata endama YJA-Starê Kevser Ete (Helbest Koçerîn) hat kirin.    Malbata Ete li gundê Şilyan a bi ser Şirnexê ve dimîne û malbat li malê mêvanên xwe pêşwazî dike.    Girse ji aliyê malbatê ve bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP û DBP’ê yên Şirnex û Sêrtê û gelek welatî bi girseyî çûn serdanê.        ‘EM Ê HESABÊ KOMKUJIYÊ BIPIRSIN’        Di serdanê de Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr axivî. Îmîr diyar kir ku dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ di şexsê Ete de careke din hate nîşandan û got: “Bi salan e li dijî zor û zilma dagirkeran gelê kurd li ber xwe dide. Komkujiyên gelek mezin pêk anîn. Di vê komkujiyê de rola hêzên navneteweyî jî heye. Em ê ji NATO’yê jî û Amerîkayê hesaba vê bipirsin. Em ê xiyaneta navxweyî jî jibîr nekin. Hevala Kevser bi hevalên xwe re heta dawiyê li dijî vê hovitiyê li ber xwe da. Em jî heta ku hebin em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em soz didin malbata xwe em ê ji vê têkoşînê encam bigirin.”    SERDANA ŞÎNA MALBATA ÛZÛN KIRIN   MEBYA-DER’ê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê serdana şîna malbata endamê HPG’ê Abdurrahîm Ûzûn (Mazlûm Nisêbîn) ê di êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da kirin. Gelek kesên li Taxa Abdûlkadîrpaşa hatin gelhev, heta mala malbatê meşiyan. Ferdên malbatê girse pêşwazî kirin. Di şînê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyekê rêzgirtin hate kirin.    Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Mêrdînê Mehmet Akpinar, diyar kir ku êşa malbatê êşa wan bi xwe ye û wiha got: “Em xwedî li bîranîna wan derdikevin. Nayê qebûlkirin ku şehîdên me bi gazên kîmyewî bên qetilkirin. Heke dewleteke din bûya, li keseke din hatibûya kirin niha Tirkiye rabûbû li ser pêyan. Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin.”    MALBAT: EM QEBÛL NAKIN   Ahmet Ûzûn ê têkildarî kurê xwe yê di êrişa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dayî de ji ajansa me re axivî, bi lêv kir ku kurê wî kesekî “durist û xwedî li kurdbûna xwe derdiket bû”. Bav Ûzûn diyar kir ku naxwazin mirov bi kîmyasalê bên qetilkrin û wiha got: “Divê hêzên navnetewî ji bikaranîna çekên kîmyewî re bêjin ‘bes e’. Ev zilm e. Rûsya û Ûkrayna şer dikin kimyasal nayê bikaranîn. Tirkiye li dijî rêxistinekê bikartîne.” Bav Ûzûn, anî ziman ku wê bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nekin.     Dayik Atiye Ûzûn jî ragihand ku kurê wê beriya 7 salan tev li PKK’ê bûye. Dayik Ûzûn diyar kir ku kurê wê bi çekên kîmyewî hate qetilkirin û xwest ku ev yek bi dawî bibe. Dayik Ûzûn diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ne mirovî ye.     Apê Ûzûn, Selahattîn Ûzûn jî bang li hikumetê kir û got: “Ma heta ku derê, êdî bes e.”