Li Mereşê di serdegirtina malê de kesek hate kuştin 2022-10-21 15:10:15   MEREŞ - Polîsên li Mereşê bi ser malekê de girtin kesek kuştin.    Polîsan li Taxa Dîvanli ya navçeya Dûlkadîroglû ya Mereşê bi ser malekê de girtin. Hate îdiakirin ku di dema serdegirtinê de şerê çekdarî derketiye. Hate aşkerekirin ku 3 polîs birîndar bûne û kesekî biyanî jî jiyana xwe ji dest daye. Hate ragihandin ku kesek jî hatiye binçavkirin.