8 kesên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-10-21 21:12:34   NAVENDA NÛÇEYAN - 8 penaberên siyasî yên ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Duh Asayîşa Silêmaniyê 8 penaberên siyasî binçav kiribûn. Ji duh ve gelek saziyan bertek nîşan dabû û bang kiribûn ku kesên binçavkirî bên berdan.    Hat hînbûn ku Meşrûk Çîftçî, Ersoy Yilmaz, Hesen Kaçar, Mehmed Soyler, Serwet Akdenîz, Şefîk Yildirim, Mûrad Tûrak û kesekî navê wî nehat hînbûn ku duh hatibûn binçavkirin, hatine berdan.