‘Em ê 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan' 2022-10-22 09:01:34   DENÎZLÎ - Hevserokên HDP'a Denîzliyê Şerîfe Yildirim û Vezîr Çelîk, destnîşan kirin ku ji bo xelasiya ji krîza piralî dê têkoşîna rêxistinbûyî xurttir bikin û gotin ku dê sala 2023'yan bikin sala HDP'ê û gelan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Denîzliyê Kongreya Asayî ya 4'an di 16'ê Cotmehê de li dar xistin. Di kongreyê de Şerîfe Yildirim û Vezîr Çelîk bûn hevserokên bajêr. Her du hevserokan li ser encamên kongreyê, pirsgirêkên bajêr û rola HDP'ê axivîn.   BANDORA HDP'Ê   Hevserok Vezîr Çelîk da zanîn ku kongreya wan pir xurt derbas bûye û got ku hêz û kelecana HDP'ê û bandora wê li Denîzliyê jî xwe dane der û dê vê yekê bi xebatên xwe xurttir bikin. Çelîk wiha got: "Hevseroka me ya giştî Pervîn Bûldan cara ewil hat Denîzliyê. Beşdarbûna wê ya kongreyê bû cihê kelecaneke mezin. Armanca me, em vê kelecanê di sindoqan de jî bidin der."    BAJARÊ PÎŞESAZIYÊ   Çelîk, bal kişand ser pirsgirêkên bajêr jî û got ku Denîzlî bajarekî mezin ê pîşesaziyê ye û ji ber vê hewaya wê pir qirêj dibe. Çelîk, destnîşan kir ku Denîzlî di demên dawî de bi texrîbatên ekolojîk bûye rojev û ev texrîbat jî ne derî polîtîkayên desthilatê ne. Çelîk bilêv kir ku ew ê li dijî rantê rabin û wiha got: "Niha li gelek herêman ocaxên mermeran, kevir û komiran tên çêkirin û qadên hêşîn tê tunekirin."    'HDP HÊVÎ YE'   Çelîk, anî ziman ku ji xeynî pirsgirêkên aboriyê û texrîbkirina ekolojiyê pirsgirêkên herêmî jî di rojeva HDP'ê de ne û wiha berdewam kir: "Weke HDP me Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir. Di rojeva vê tifaqê de pêdiviyên sereke yên gel hene û helbet dê bandorê li Denîzliyê jî bike. HDP dibe hêvî ji bo gelan."    BETALÎ   Hevserok Şerîfe Yildirimê jî da zanîn ku li Denîzliyê pirsgirêka herî mezin krîza aborî ye û got ku ji ber vê mirov nikarin debara xwe bikin. Yildirimê destnîşan kir ku ji xeynî krîza aborî li bajêr betalî û pêgirtîbûna tiryakê jî zêde bûye û got ku di demên dawî de bi taybetî ciwan û jin gelekî bi pirsgirêka betaliyê re rû bi rû dimînin.   DÊ KOMÎSYON BÊN AVAKIRIN   Yildirimê da zanîn ku li Denîzliyê derdoreke HDP'ê ya dînamîk heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê di civîna xwe ya ewil de peywirên xwe diyar bikin. Em ê ji bo pirsgirêkên lezgîn komîsyonan ava bikin. Em ê bi van komîsyonan re biçin navçe û taxan. Ewilî em ê pêwendiya di navbera komîsyonan û HDP'ê de xurt bikin. Em ê wê enerjiya ku Tifaqa Ked û Azadiyê afirandiye li Denîzliyê nîşan bidin."    '2023 DÊ BIBE SALA HDP'Ê'   Yildirim bilêv kir ku bayê HDP'ê li çar hawirdorên Tirkiyeyê bi awayekî xurt hêl dibe û wiha domand: "Bayê siyaseta konjukturî li teref mezlûman hêl dibe. Sala 2023'yan dê bibe sala destkeftiyên HDP'ê, dê bibe sala gelan."    Yildirim herî dawî got ku ew ê tevî gel vê têkoşîna rêxistinbûyî xurttir bikin.    MA / Delal Akyuz