Prof. Dr. Bîçer: Divê dîmenên çekên kîmyewî demildest bên lêkolînkirin 2022-10-22 10:23:40   STENBOL - Prof. Dr. Umît Bîçer, diyar kir ku dîmenên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî çavkaniyeke girîng e divê demildest bên lêkolînkirin û bi lêv kir ku divê bisporên tiba edlî li gorî Protokola Mînnesotayê li ser mirinan lêkolînê bikin.     Di encama bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe di 3 mehên dawî de 17 endamên HPG’ê û YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dan. Bêdengiya 6 mehan ku tevî dîmen, belge û bilançoya şer a HPG’ê aşkere kir didomiya, piştî ku dîmenên endamên HPG’ê yên ji çekên kîmyewî bi bandor bûn hatin weşandin xera bû.    DIVÊ DEMILDEST BÊ LÊKOLÎNKIRIN   Endamê Lijneya Rêveberiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Pisporê Tiba Edlî Prof Dr. Umît Bîçer ku dîmenên endamên HPG'ê yên ji çekên kîmyewî bi bandor bûn lêkolîn kirin, diyar kir ku divê demildest bê lêkolînkirin. Bîçer, bal kişand ku ji bo ku nirxandinek bê kirin û destpêkirin dîmen çavkaniyeke girîng in û wiha got: “Weke pisporekî Tiba Edlî, weke bijîşkek û parazvanekî mafê mirovan dema em bi îdiayên bi vî rengî re rûbirû dimînin, em pêşniyar dikin ku divê ewilî îdia demildest bên lêkolînkirin û ji bo heqîqet derkeve holê divê herkes tişta ji destê wî bê bike.”   PROTOKOLA MÎNNESOTAYÊ   Bîçen, destnîşan kir ku piştî vê kêliyê divê li gorî Protokola Mînnesotayê têkildarî mirinan lêkolîn bê kirin û wiha berdewam kir: “Em dibêjin ku ji bo nirxandineke ku heqîqet derkeve holê civak qaneh bibe pêwîste li gorî pîvanên li vir hatine diyarkirin tevbigere û divê pisporên serbixwe di pêvajoyên lêkolîn û lêpirsînê de cih bigirin. Ji bo ku ev îdia demildest derkeve holê berpirsyartiya hemû aliyan e.”    MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWΠ   Bîçer, destnîşan kir ku divê lêkolînkirin bi pejirandina avaniyên têkildar û mekanîzmayên navnetewî re were nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di van rewşan de, ji bo li gorî mekanîzmayên navneteweyî lêkolîn bê kirin, divê avahiyên pêwendîdar di pêvajoyê de cih bigirin, pêvajoyê erê bikin û hemû qonaxên lêkolînên pisporên serbixwe bi awayekî şefaf bi raya giştî re parve bikin. Rastîya ku her komîteyek bi tena serê xwe lêkolînan bike dikare gelek pirsgirêkan biafirîne. Ji ber vê yekê tê payîn ku alî li gorî prensîbên di peymanan de hatine diyarkirin tevbigerin, ji bo ewlekirina pîvanan hewl bidin û di vî alî de tevbigerin. Di rastiyê de peymanên navneteweyî berpirsyariya dewletan diyar dikin û vê berpirsyartiyê li ser dewletan ferz dikin. Ji ber vê yekê lêkolînên ku alî tena serê xwe dikin ji bo ronîkirina îdiayên wisa weke rêbazeke guncav nayê dîtin.”   BERTEK NÎŞANÎ HEDEF GIRTINA FÎNCANCI DA   Bîçer, bertek nîşanî lêpirsîna derbarê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ya ji ber axaftina xwe ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hedef hate girtin hatiye vekirin de da û wiha pê de çû: “Şebnem Korûr Fîncanci pisporeke Tiba Edlî ya ji aliyê cîhanê ve tê nasîne. Weke pisporeke saziya tiba edlî bi xebatên xwe ve, ji ber berpirsyartiyên xwe yên têkildarî Protokola Stenbolê miroveke ku cîhan jê rêzê digire ye. Elbet dema îdiayeke wisa bû mijar weke pispora Saziya Tiba Edlî (ATK) û parazvaneke mafê mirovan tê payîn ku têkildarî lêkolînkirina van îdiayan pêşniyaran bike, ev weke miroveke zanîst berpirsyartiya wê ye. Ji ber vê yekê dema mirov li axaftinên Şebnem Korûr Fîncanci dinerin, gotinên wê û daxwazên wê di cih de ne.”   DIJMIN KIRIN   Bîçer, destnîşan kir ku berpirsyariya hikumetê heye ku rastiya van “îdiayan” derbixe holê û wiha domand: “Destpêkirina lêpirsîneke derbarê Şebnem Korûr Fîncanci de ne rêbazeke guncaw e û dibe ku tê wateya zexta li ser zanyaran ku nêrînên xwe îfade bikin û her wiha zexta li ser azadiya raman û îfadeyê ye. Ne rast e ku berpirsyartiyê bêxin stuyê Şebnem Korûr Fîncanci û bikin dijmin.”   LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE   Bîçer, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku îdîayên çekên kîmyewî di çarçoveya pêkanînên li dijî mirovahî û rûmeta mirovahiyê de ne, bandorê li hemû zindiyên li xwezayê û mirovan dikin, rê li ber zerarên kronîk ên demdirêj vedikin, divê hemû alî ji bo zelalkirina rewşa şênber û ji dil hewl bidin û civakê îqna bikin ku kiryarên bi vî rengî qet neqewimiye û qet nebe. Ji ber vê yekê, divê her kes li şûna ku helwesteke reaksiyonê nîşan bide û parêzvanên mafên mirovan û zanyaran bike hedef, ji bo ronîkirina raya giştî bi berpirsyarî rabin û li gorî peymanên navneteweyî û prensîbên mafên mirovan ên gerdûnî gavên guncaw biavêjin. Ya ku em îro li bendê ne ev e.”   MA / Esra Solîn Dal