Hevserokên HDP’ê: Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî herkes dengê xwe bilind bike 2022-10-22 11:19:54   ENQERE - Hevserokên HDP’ê yên Bajaran diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye û bang li herkesê kirin ku li dijî vî sûcî dengê xwe derxînin.    Di êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe bikaranîn de 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî çekên kîmyewî yên hatin bikaranîn hem wêne hem dîmen hatin parvekirin. Piştî ku dîmenên du endamên HPG’ê yên ji çekên kîmyewî bi bandor bûbûn li Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatin parvekirin, di serî de li Tirkiye û Kurdistanê li gelek cihan bi çalakî û aktîvîteyan rawestandina van êrişan hate daxwazkirin.    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bajaran ku li Enqereyê civiyan, bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk dan û bang kirin ku herkes hestiyar be.    ‘DIVÊ HEMÛ BEŞ DENG DERXÎNIN’   Hevseroka HDP’a Eskîşehîrê Şukriye Ercan, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê şerekî bi salane didome heye û bi lêv kir ku li dijî vê têkoşîna aştiyê didin. Ercan, da zanîn ku şer bi kêrî ferasetên rastgir, nijadperest, yekperest û înkarker tê û wiha got: “Çekên kîmyewî ji bo tevahiya mirovahiyê binpêkirina mafê jiyanê ye û çekên kîmyewî sûc in. AKP’a ku îro dewletê bi rê ve dibe, gelek caran ev sûc kiriye û hêj jî dike. Îro jî li rêbazekê digerin ku bi rêbazên şer biçin hilbijartinan. Desthilatdariyek heye ku li ser nijadperestî, şer û yek hişmendiyê xwe xwedî dike. Difikirin ku bi pêkanîna van sûcan wê bi ser bikevin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Em li bendê ne ku hemû beşên civakê li hemberî çekên kîmyewî bi hestiyar bin û di vê mijarê de têbikoşin û deng vedin.”   ‘RÊXISTINÊN ÇEPGIR-SOSYALÎST ÇIMA LI DIJÎ KÎMYASALÊ BÊDENG IN’   Hevseroka HDP’a Samsûnê Fatma Çelîk jî bi bîr xist ku ne cara ewil e çekên kîmyewî tên bikaranîn. Çelîk, bal kişand ku dîroka Komara Tirkiyeyê bi komkujiyan tejî ye û wiha axivî: “Ev ne cara ewil e êrişî kurdan tê kirin, kurd gelek caran rastî êrişan hatin. Rastiyeke me ya gel ku her tim bi mirinê re rûbirû dimînin heye. Hewl didin kesên dibêjin bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, bikin hedef. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci kirin hedef. Daxuyaniyeke zanîstî kir, got ku bikaranîna çekên kîmyewî ne rast e û divê rastî bên lêkolînkirin. Bertekên ku girtin jî têkildarî hedefgirtina dewletê ya bi zanebûn bû. Gelek mirovên ku ji bo komkujiya Amasrayê dengê xwe derxistin ji vê komkujiyê re bêdeng man. Gelek beşên ku çalakiya li Mêrsînê şermezar kirin ji vê komkujiya ku dewletê kirin re bêdeng dimînin. Bikaranîna çekên kîmyewî komkujiyeke ku dewleta mêtinger a faşîst ji bo ku desthilatdariya xwe pêk bîne ye.”   DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Çelîk, xwest ku hemû beşên civakê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dengê xwe derxînin û axaftina xwe wiha temam kir: “Neteweke ku dewletê nekarî pê çok bide danîn heye. Dewlet nikare berxwedana gelê kurd têk bibe. Em ji vir di serî de jin bang li kedkar, ciwan û hemû gelê me dikin. Bikaranîna çekên kîmyewî komkujiyeke. Li dijî vê helwesta dewletê, divê em hemû têbikoşin.”   ‘MUXATABÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ DESTHILAT E’   Hevseroka HDP’a Aydinê Aysel Bahtîyar Onsel jî ev tişt gotin: “Dema desthilatên emperyalîst nekarî têkoşîna birêxistinkirî têk bibe, çekên kîmyewî bi kar anîn. Bangên ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tên kirin, nayên bersivandin. Ev sûcê mirovahiyê ye, di kîjan serdemê de kîjan şert û mercan de bibe bila bibe ev komkujiyeke û binpêkirina mafên mirovan e. Divê li dijî van komkujiyan mirov bêdeng nebin.”