Bi ser komkujiya Licê re 29 sal derbas bûn Ozkan hêj jî girtî ye 2022-10-22 12:54:30   AMED - Bi ser komkujiya Licê ku piştî sûîkasta Tûggeneral Bahtiyar Aydin hate şewitandin û hilweşandin re 29 sal derbas bûn. Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ku bi bûyerê re tê eleqedarkirin 27 sal in di girtîgehê de tê ragirtin.    Li navçeya Licê ya Amedê gelê Licê di 22’yê cotmeha 1993’yan de bi dengê çekan hişyar bû. Dîsa dema bi ser malan de helikopter digeriyan li gundê Derxust ê dikeve başûrê navçeyê dest bi avêtina topan hate kirin. Hate ragihandin ku Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan ê Amedê Bahtiyar Aydin, li Fermandariya Asayişê ya Licê bi sûîkastê hatiye kuştin. Di bûyerên piştî kuştina Aydin 3 rojan dewam kirin de, zaroka 1 salî Sûna Canturk, Dilbirîn Canturk a 3 salî, Huseyîn Canturk ê 11 salî, Emîne Kiraç a 8 salî û 1 jê leşker 16 kes hatin kuştin. Di bûyerê de 401 xanî û 242 kargeh hatin şewitandin.    Dema Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel derbarê mirina Bahtiyar Aydin de got: “Me fermandarê xwe bi guleyeke qezayê winda kir”, Serokwezîr Tansû Çîller û Denîz Baykal ên xwestin bên Licê ji aliyê polîs û leşkeran ve nehiştin bikevin navçeyê. PKK ya ku dewletê weke faîla kuştina Bahtîyar Aydin nîşan da, piştî bûyerên li navçeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku tu eleqeya wan bi sûîkastê nîne. Di heman salê de endamê avaniya paramîlîter ku weke ‘Çeteya Geverê’ dihat zanîn, di îfadeya xwe de diyar kiribû ku Aydin ji aliyê îtîrafkarên ku li ser navê JÎTEM'ê dixebitin ve hatiye kuştin, lê Serfermandarê Giştî ku îdîayên JÎTEM'ê red kir, di kuştina Aydin de sûcdarkirina PKK'ê berdewam kir.    Di dema ku komkujiya li Licê tevî bi dehan şahidan lêpirsîn nehat vekirin de yek ji şêniyên navçeyê Mehmet Emîn Ozkan ê di sala 1996'an de bi îdîaya “alîkariya ji bo rêxistinê” hat girtin, bi tespîtkirina têkiliya bi bûyera li Licê re di dema darizandinê de hewl hat dayîn ku bikin faîlê komkujiyê. Mehmet Emîn Ozkan ku beriya komkujiya Licê bi salekê ji ber şewitandina gundê Sîsê koçî Edene û piştre jî Mêrsînê kiribû, ji kuştina Tuggeneral Bahtiyar Aydin berpirs hate dîtin li gel ku du kesên ku di bin îşkenceyê de îfade dan piştre îfadeyên xwe paşve kişandin jî cezayê hefsê yê muebbeta girankirî lê hate birîn. Piştî ku biryara dadgeha herêmî dayî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xerakirin doza Ozkan li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran berdewam dike.    ‘TÊKILIYA BAVÊ MIN BI BÛYERÊ RE NÎNE’    Keça Ozkan, Selma Ozkan a têkildarî salvegera komkujiyê axivî, destnîşan kir ku tu eleqeya bavê wê bi bûyerên Licê nîne, dinya alem vê yekê dizane û wiha got: “Tevî ku eleqeya wî bi bûyerê nîne jî bavê min 27 sal in di girtîgehê de ye. Tiştên di kesayeta bavê min de li min tên kirin zilm in. Dema bûyer qewimîn ne bavê min ne jî weke malbat em li wir nebûn. Me piştî Newroza 1992’yan koçî Mêrsînê kir.”   ‘KESÊN LICE ŞEWITANDIN EW BI XWE NE’   Ozkan, da zanîn ku kesên Lice şewitandin û hilweşandin ew bi xwe ne û wiha berdewam kir: “Di encama bêbextiyan de bûyer avêtin ser bavê min. Dû re piştî ku van bêbextan îfadeyên xwe paş ve kişandin û îspat bû ku bavê min bûyer nekiriye jî bavê min hêj di girtîgehê de ye. Beriya 7 salan rêya darizandina jinûve vebû. Bavê min gelek caran anîn dadgehê lê belê ji ber ku bavê min nexweş bû û kerr bûbû nekarî tu têkiliyê bi dadgehê re deyne. Tevî van hemû nexweşiyan jî bavê min ne li nexweşxaneyê ne jî li dadgehê nikare pirsgirêkên xwe bi xwe vebêje.”    ‘BERPIRSYARTIYÊ DIXIN STUYÊ BAVÊ MIN’   Ozkan, diyar kir ku bavê wê hefteyê 3-4 caran diçe nexweşxaneyê û tevî mehkumî kursiya bi teker bûye jî nayê berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedemê neberdana bavê min, ji ber bûyerên licê wan bi xwe kirin û vê dixin stûyê bavê min. Heke bavê min were berdan wê dosyaya Licê bikeve. Ji bo ku dosya nekeve bavê min naberdin.”   ‘ZAROKATIYA ME GIRTIN’   Îdris Ozbahçivan ê ku di dema bûyeran de hêJ 11 salî bû û xwendekarê Dibistana Navîn a Alti Eylulê ya Lîceyê bû jî şahidiniya xwe vegot. Bahçivan bi lêv kir ku dema ew li polê bûn li derdora dibistanê saet di 09.00’an de dengê çekan hat û pişt re xwendekar li qata jêrîn a dibistanê hatine bicihkirin û wiha got: “Pişt re dengê helîkopter, top û çekan zêde bû. Gule bi dibistana me jî ketin. Dû re, em bi yek ji malbatên xwendekaran ku hat zarokên xwe girtin re ji dibistanê derketin”   ‘MALÊN MIROVAN DIŞEWITANDIN’   Ozbahçivan, anî ziman ku bûyer heta sibeha roja din dewam kir û li gund teqîn rû dan û got: “Çek heta danê sibehê nesekinîn. Mirov hatin kuştin. 20-23 kes hatin kuştin. Li taxan malên gel dişewitandin. Ew roj bûn ku zarokatiya me ji bo me qediya bû. Di nava wî şerî de ji sedî 90’î zarokên wê serdemê neçar man koçî metropolan bikin. Weke zarokan em neçar man li wan bajarên em çûnê bixebitin. Em hemû mezin bûn. Zarokatiya me ji me girtin.”