ÎHD’ê xwest girtiyê ji sedî 90 nabîne bê berdan 2022-10-22 15:16:21   STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” de hat xwestin ku Erol Balci yê ji sedî 90 nabîne bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê di hefteya 552’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê hat lidarxistin û vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Erol Balci yê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin û hat xwestin Erol Balci bê berdan.    Parlamenterên HDP’ê jî piştgirî dan çalakiyê. Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nêrgîs Şahîn daxuyanî xwend û destpêkê bal kişand ser rewşa tevahiya girtiyên nexweş û got ji ber ku girtiyên nexweş nayên berdan hin girtî jiyana xwe ji dest didin û xwest girtiyên nexweş bên berdan.    ÇAVÊN WÎ KOR BÛNE   Şahîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Erol Balci û da zanîn ku Balci di sala 2016’an de hatiye girtin û beriya bê girtin ew ji ber çavê xwe dihat tedawîkirin û bêyî ku tedawiya wî biqede hatiye girtin. Şahîn destnîşan kir ku piştî Balci ketiye girtîgehê ji sedî 90 çavê wî kor bûne û her ku diçe çavên wî kortir dibin. Şahîn got Balci bi saya hevalên xwe pêdiviyên xwe rojane bi cih tîne û dema diçe hevdîtinê jî hevalên wî jê re dibin alîkar.    Şahîn anî ziman ku divê Balci di kanûna 2021’an de bihata berdan lê ji ber sûcek edlî berdana wî taloqî mijara 2022’yan hatiye kirin û xwest ew naxwazin darbestên girtiyan ji hefsan derkevin û divê Balci û girtiyên nexweş bên berdan.