Aqubeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn 2022-10-22 15:25:53     ÎZMÎR - Malbatên windakiriyan û ÎHD’ê, aqubeta Cemîl Kirbayir ê di pêvajoya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hate windakirin, pirsîn.    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û Malbatên Windakiriyan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Sumerbanka Kevin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Windakirî wijdan in lê xwedî derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin û wêneyên kesên windakirî hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê ya ku gelek kes tev li bûn de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê di 13’ê îlona 1980’an de li navçeya Gole ya Qersê piştî ji aliyê cendermeyan ve hate binçavkirin êdî tu agahî jê nehatin girtin, pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek çîroka Kirbayir xwend.    DAYIKA BERFO   Çîçek, ê çîroka Kirbayir xwend bi bîr xist ku Dayika Berfo berî ku kurê xwe bibîne di sala 2013’an de jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Doza Kirbayir ji ber demboriyê ket. Dewlet divê soza ku dabû Dayika Berfo bigire û dest ji kevneşopiya demboriyê û polîtîkaya bêcezatiyê berde. Bêcezatî û demborî wê bibin sedemên windakiriyên nû.”