‘Qeyûm li şaredariyan êrişî çanda kurdî dikin’ 2022-10-22 15:26:29   AMED - Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê destnîşan kir ku qeyûman şaredariyên wan xistiye bin deyn û qeyûman şaredariyan veguherandiye navenda êrişên li dijî çanda kurdî.    Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP2ê têkidlarî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên navçeyên Peyas, Bismil û Karazê yên Amedê li ber avahiya HDP’ê ya Peyasê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm li dijî îradeya gel darbe ye” hat vekirin û rêveberên HDP’ê DBP’ê tev li bûn. Hevşaredara Karazê ya ji wezîfeyê hat girtin Rojda Nazlier daxuyanî xwend.    Nazlier destnîşan kir ku qeyûman şaredariyan xistiye bin deynan û wiha got: “Rejîma faşîst a ku êrişî destkeftiyên gelên kurd dike, bi hezaran karker ji kar avêtin û alîgirên xwe xistin şaredariyan. Bi îhaleyan mal û milkên şaredariyê di nav alîgirên xwe de parve dikin. Dîsa bi êrişa li ser destkeftiyên jinan re midûriyetên jinan û malên jinan ên di nava şaredariyan de hatin girtin. Girtina navendên ciwanan û qadên lêkolînên çandî girtin. Qeyûman şaredariyan veguherandiye navenda êrişên li dijî ziman, dîrok, huner û çanda kurdî. Em ê li dijî qeyûman her têbikoşin.”