Seydayê Cegerxwîn li Tetwanê hat bibîranîn 2022-10-22 16:09:07   BEDLÎS - Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê li Tetwanê ji bo salvegera wefata helbestvan Cegerxwîn bernameya bîranînê li dar xist.    Komeleya Çand û Hunrê ya Serhedê ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê xebatên xwe bi rê ve dibe, ji bo salvegera 38’emîn a wefata helbestvanê kurd Cegerxwîn bernameya bîranînê li dar xist. Bername li avahiya HDP’a Tetwanê hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Hevserokê Partiya Çep a Kesk ê Bedlîsê Mûrat Şahîn di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku Cegerxwîn di helbestên xwe de behsa berxwedan, sirgûnî û qetlîamên li ser gelê kurd pêk hatine kiriye û ji bo bigihîje nifşê îro keda wî nemir e.    BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ TÊKOŞIYAYE    Rêveberê HDP’a Bedlîsê Ahmet Sagniç jî behsa jiyana Cegerxwîn kir û Cegerxwîn seranserî jiyana xwe ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî ya kurd têkoşiya ye kir û anî ziman ku Cegerxwîn ji bo kurd bi hişmend bibin û azadiya kurdan her tim nivîsandiye.    Piştî axaftinan şagirtên Komeleyê helbestên bi navê “Jîn û Hebûn”, “Ey Xabûr” û “Evîna Dil” ên Cegerxwîn xwendin. Bername bi nîşandana sînevziyon jiyana Cegerxwîn digot bi dawî bû.