Iraq ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî dê komîsyonekê ava bike 2022-10-22 18:39:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Hadî Amîrlî diyar kir ku ji bo diyarkirina çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bikaranîn dê komîsyonek bê avakirin.    Endamê Komîsyona Parastin û Asayîşê ya Parlanentoya Iraqê Hadî Amirlî têkildarî çekên kîmyawî yên ku dewleta tirkî li Zap, Avaşîn û Metînayê li Hêzên Parastina Gel (HPG) bi kar tîne, ji Rojnewsê re axivî. Amîrlî got: “Em ji nêzîk ve van êrişên Tirkiyeyê yên li başûrê Iraqê, yên li ser gund û cihên nîştecihbûnê dişopînin. Agahî ketine destê me ku Tirkiye çekên qedexekirî bi kar tîne. Ev jî binpêkirina hîmê cîrantî û yasayên navneteweyî ye.”   Endamê Komîsyona Parastin û Asayîşê ya Parlanentoya Iraqê Hadî Amirlî destnîşan kir ku wê Parlamentoya Iraqê komîsyoneke taybet lava bike ji bo diyarkirina çekên kîmyawî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn.