Ji ber hatina Erdogan tevahiya çopdank û konteyneran hatin rakirin 2022-10-23 10:08:29   AMED  - Beriya hatina Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di bin navê ewlehiyê de tevahiya çopdank û konteynerên li Qada Îstasyonê û rêyên ber bi wê ve diçin hatin rakirin.   Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, îro tê Amedê. Dihat plankirin ku Erdogan di 15’ê cotmehê de bê Amedê lê belê piştî karesata madenê ya li Amasra ya Bartinê ku 41 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn, bernameya xwe taloq kiribû. Bi minasebeta hatina Erdogan û di bin navê ewlehiyê de, di 13’ê cotmehê de çopdank û konteynerên li Qada Îstasyonê û rêyên ber bi qadê ve diçin, di 13’ê cotmehê de hatibûn rakirin. Lewma jî welatiyên li vê herêmên dijîn zêdetirî 10 roj in mexdûr in.    Di heman demê de Walîtiya Amedê jî hemû rêyên ber bi Qada Îstasyonê ve diçin ji trafîkê re girtin. Li hêla din peyamên ku Walîtiya Amedê û rêxistinên AKP’ê yên bajar û navçeyan bi wesîleya hatina Erdogan ji welatiyan re şandin, rê li ber bertekan vekir. Walîtî û rêxistên AKP’ê ji her kesî re herî kêm 8 caran peyam şandin. Ji ber peyamên li pey hev dihatin şandin, welatiyan li ser medyaya civakî bertek nîşan dan.