OHD dê li dijî ‘plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê dîsa serlêdanê bike 2022-10-23 10:45:40   STENBOL - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknûr Alcan da zanîn ku dê têkildarî “plana çalakiyê” ya Tirkiyeyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar dihêle, dîsa serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bide.   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî serlêdana “cezayê girtîgehê yê muebbeta giran ê bêyî şertê berdana bi kontrol” ê derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di sala 2014’an de biryara binpêkirinê dabû. Bi ser biryarê re 8 sal derbas bûn lê Tirkiyeyê di vê mijarê de tu gav neavêtin. Li ser vê yekê jî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û rêxistinên hiqûqê cuda cuda ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryarên DMME’yê dişopînê bê ka bi wan hatine kirin an na, serlêdan kiribûn. Di serlêdanê de hatibû xwestin ku mafê berdanê bidin kesên cezayê muebbetê yan jî muebbeta giran lê hatiye birîn û ev binpêkirin ji holê rabe. Li ser serlêdanan, komîteyê ji Tirkiyeyê xwestibû ku di vê mijarê de heta dawiya meha îlonê agahiyan bide. Tirkiyeyê jî “çalakiya planê” ya nû de dîsa dubare kir ku Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hiştiye.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Îlknûr Alcan têkildarî “plana çalakiyê” ya dewleta tirk a nû de axivî.    'LI DIJÎ MAKEQANÛNÊ YE’   Alcan, bal kişand ser bêhiqûqiya li Îmraliyê û da zanîn ku li wir hiqûqeke taybet a li dijî şexsekî di meriyetê de ye û ev yek jî binpêkirina Makeqanûnê ye. Alcan, bi domdarî wiha got: “Birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji pergala hiqûqê bêpar hatine hiştin. Tu hincetên vê sepanê nînin. Tirkiye di plana xwe ya çalakiyê de destnîşan dike ku rejîma li Îmraliyê li derveyî sererastkirinên qanûnî ye û weke ‘îstîsna’ pênase dike. Di planê de dibêje; ‘sererastkirineke qanûnî heye ku kesên ji hinek sûcan ketin girtîgehê, demekî piştre bi şertê kontrola edlî tên berdan. Lê sûcên li dijî parastina neteweyî tên kirin, nakevin ber vê sererastkirina qanûnî.’ Jixwe tişta ku em dixwazin guhertin jî ev e.”    ‘TIRKIYE MIJÛL DIKE’    Bi domdarî Alcan got ku Tirkiyeyê heta niha 3 planên çalakiyê yên wekî hev pêşkeş kirine û ev tişt anî ziman: “Komîte ji Tirkiyeyê re dibêje; ‘mewzûata qanûnî biguherîne.’ Em dizanin ku gelek dewletên cîhanê di çarçoveya van hişyariyan de mewzûatên xwe guherandine. Lê Tirkiye vê daxwazê ji demê re vedihêle û mijûl dike. Komîte jî çavên xwe li vê polîtîkaya mijûlkirinê digire. Gazinên me jî ji vê helwestê ye. Heke komîteyê bixwesta, dikariya vê pêvajoyê bileztir bike. Dikariyan sê meh dem bidana Tirkiyeyê û jê xwestibûna ku mewzûatên qanûnî biguherîn. Ji ber ku demekî zelal bo Tirkiyeyê diyar nakin, ew jî serî li vehêlandinê dide. Heke Tirkiyeyê di nava wê dema hatiye diyarkirin de gav neavêtibûna, wê demê jî komîteyê dikariya prosedûra binpêkirinê dabûya destpêkirin. Lê bi zanebûn nakin. Ev jî nîşan dide ku komîte di bin bandora siyasetê de ye.”   BANGA ‘PROSEDÛRA BINPÊKIRINÊ’   Alcan, destnîşan kir ku heke komîte prosedûra binpêkirinê bide destpêkirin, ev yek dê heta qonaxa îxrackirina Tirkiyeyê biçe û wiha pê de çû: “Heke derheqê Tirkiyeyê de gelek prosedûrên binpêkirinê çêbibin, dê Tirkiye neçar bimîne ku qanûnan sererast bike. Sûcên ku ‘îstîsna’ hatin diyarkirin, sûcên ewlekî, parastina neteweyî û hwd. in. Jixwe biryarên li dijî Tirkiyeyê hatine dayîn jî derheqê van sûcan de ne. Hem Abdullah Ocalan û hem jî girtiyên din ji van sûcan tên darizandin. Anku Tirkiye jixwe bersivekê nade. Bi plana çalakiyê ya dawî re Tirkiye jê re dibêje ‘ez dixwazim vê biryarê hinek dereng bixim û piştre nîqaş bikim.’ Pir aşkera ye ku li holê bêhiqûqiyek heye. Beriya ku cihêkariyê bikin, divê prosedûra qanûnî sererast bikin û birêz Ocalan jî di nav de, ji bo hemû girtiyan bikeve meriyetê.”    'GELEK DERDORAN DIHEWÎNE’   Di berdewamê de Alcan diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek kes ji “mafê hêviyê” bêpar hatiye hiştin û wiha pê de çû: “Bi taybet jî di demên dawî de gelek derdorên muxalîf di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de tên binçavkirin û girtin. Ev derdor, hejmareke hindik nîne. Tevahiya muxalefeta Tirkiyeyê bi van tawanan tên sûcdarkirin. Lewma jî tevî birêz Abdullah Ocalan, hemû girtiyên din jî ji mafê hêviyê bêpar tên hiştin. Daxwaza me ya ji komîteyê ew e ku ji bo plana çalakiyê ya Tirkiyeyê demekî zelal bidin. Ji ber ku divê êdî di vê qanûnê de guhertinek çêbibe. Hewceye dev ji vê polîtîkaya vehêlandinê berdin. Weke OHD’ê em jî dê di vê mijarê de dîsa serlêdanê bikin. Di rojeva komîteyê ya meha îllonê de ev biryar tune bû. Di meha kanûnê de jî nîne. Em jî dê têkildarî dosyayê teblîxeke nû bo Komîteya Wezîran bikin. Dê daxwaz bikin ku plana çalakiyê ya Tirkiyeyê dîsa têxin rojeva xwe. Êdî li gorî biryarên komîteyê jî em ê bikevin nava hewldanên cuda. Lê ya herî girîng ew e ku komîte demekî diyar û zelal deyne pêşiya Tirkiyeyê û lê ferz bike ku di qanûnan de guhertinan bike.”    MA / Esra Solin Dal