Nagihan Akarsel: Bi berxwedana jinên Rojhilat serbilind im 2022-10-23 11:34:19   RIHA - Narîn Roj ku hevala xebatê ya Nagihan Akarsel e, da zanîn ku Akarsel beriya were qetilkirin têkildarî berxwedana jinên Rojhilat ji wê re wiha gotiye: “Berxwedana jinên Rojhilat a bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ min pir bi kelecan dike. Ez bi vê berxwedana jinên Rojhilat serbilind im.”    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin. Hevalên xebatê yên Akarsel,  Zehîde Mamo û Narîn Roj têkildarî têkoşîna wê axivîn.    Zehîde Mamo, da zanîn ku di sala 2016’an de dema ji bo xebatên di bin sîwana Navenda Lêkolînên Jineolojiyê de derbasî Kantona Cizîrê bûyî Akarsel nas kiriye û wiha qala wê pêvajoyê kir: “Hevala Nagihan di qada Jineolojiyê de xwe gelek pêşve biribû. Hevaltiya me jî hevaltiyeke gelek xurt bû. Baweriya wê ya ji Jineolojiyê û zanebûna wê, hêz dida me û em teşwîq dikirin. Hezkirina me ya li hemberî Jineolojiyê hîn mezintir kir. Piştî xebatên li Kantona Cizîrê, em bi hev re derbasî Efrînê bûn. Firsenda min çêbû ku wê li Efrînê hêj baştir nas bikim. Wê demê Nagihanê têkildarî civaknasî û dîroka jinan de li Efrînê xebat dimeşandin. Ji ber ku her ku li gundên Efrînê digeriyan, berhamiyên dîrokê didîtin. Her ku didîtin jî girêdana wê zêdetir dibû. Dixwest her bihostekê Efrînê nas bike. Heta roja dagirkirina Efrînê jî li wir ma. Piştre neçar ma ku derbasî Şehbayê bibe.”    BAWERIYA WÊ YA BI JINEOLOJIYÊ   Bi domdarî Mamo got ku Akarsel dema li Şehbayê xebatên jinan berdewam kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di wê pêvajoyê de li Şehbayê kampeke penaberan hat vekirin. Wê demê jî têkildarî têkoşîna jinan agahî didan û di birêxistinkirina jinan de rolekî mezin dilîst. Di wê demê de her jina ku bi Jineolojiyê hevnas dibû, teqez Nagihan nas dikir û hezkirin û baweriya wê ya bi Jineolojiyê dizanin. Ji ber ku Nagihanê Jineolojî ji wan re vegot û bi wan da hezkirin. Wêneyên ku Akarsel li Efrîn û Şehbayê bi jinan re kişandine tevek niha li cem me ne. Cihekî mezin ê Nagihanê di jiyana wan de heye.”   Ji hevalên Akarsel, Endama Akademiya Jineolojiyê Narîn Roj jî wiha qala hevnasîna xwe dike: “Naskirina keseka wekî Nagihanê ku wateyeke mezin dida jiyanê, bo min şenseke mezin bû. Bi hest û nêrînên xwe wate dida jiyanê, pir bi felsefî difikirî û jineke şoreşger bû. Tiştekî nûwaze di enerjiya Nagihanê de hebû. Û ev enerjiya xwe li derdora xwe jî belav dikir. Xwedî kesayeteke zelal bû û ewqas hesas dijiya ku ziyan nedigihand tu zindiyekî. Ji hêla bîrdoziyê ve keseka kûr û êdî xwe gihandibû rastiya jiyana azad.    Bi xebata xwe ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd a li Herêma Federal a Kurdistanê hewl dida dîroka winda ya jinên kurd bi awayekî stratejîk dîsa derxîne holê û dîroka heyî derhî bike. Bi vê projeya xwe bû wesîle ku jin hêza xwe ya cewherî nas bikin û bikevin ferqa dîroka xwe. Armanca Nagihanê ew bû ku civaka kurd û bi taybet jî gelê Başûr bêhtir pêş bixe û zanatir bike.    HER GOTINA WÊ FELSEFEYA JIYANÊ BÛ   Her gotina Nagihanê felsefeya jiyanê bû. Digot; ‘xebat, azadî ye.’ Projeyeke wê ya ji bo jinan hebû. Kengî qala xeyal û projeyên xwe ji bo jinan bikira, çavên wê diçirûsiyan. Dixwest dîroka jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê veşarî mayî, dîsa raxe ber çavan. Qetilkirina jineke mîna wê ya şoreşger, biryardariya me ya bo têkoşînê zêdetir kir û hêrsa me ya li hemberî dijmin mezintir kir. Bi qetilkirina wê re, jinên kurd paşdegav neavêtin. Beravajî wê, hîn bêhtir xwedî li têkoşînê derketin û dê derkevin jî.    ‘BERXWEDANA ROJHILAT MIN KELECAN DIKE’   Di hevdîtina min û wê ya herî dawî de ji bo berxwedana jinan a li Rojhilat digot; ‘berxwedana jinan a bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ min pir kelecan dike. Ez bi berxwedana jinên Rojhilat serbilindim. Li hemberî wan dîmenên ku ji Rojhilat tên parvekirin hem gelek hestiyar dibim û hem jî dikevim şermê. Ji ber ku her gulek li ser xaka xwe şîn dibe û rehên gulên li ser xaka xwe şîn dibin jî pir xurt in. Tu çiqas axê biavêjî ser gula ku li ser rihên xwe şîn bûyî jî, dê nekarî pêşî li ber şînbûna wê bigirî.’”    MA / Ceylan Şahînlî