Li Deriyê Çîrçîro yê Cûdî ku dar lê tên birîn teqîneke mezin pêk hat 2022-10-23 11:41:09   ŞIRNEX - Li herêma Deriye Çîrçîro yê Çiyayê Cûdî ku bi destê cerdevanan û bi pêşengtiya leşkerên dewleta tirk dar lê tên birîn, teqîneke mezin pêk hat.    Qirkirina daran a li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Çilênimêja yên Şirnexê ku bi destê cerdevanan û bi pêşengtî û kontrola leşkerên dewleta tirk tê kirin, bênavber didome. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, di danê sibehê de li herêma Deriyê Çirçiro yê Cûdî ku dar lê tên birîn, teqîneke mezin pêk hat. Hat ragihandin ku piştî teqînê li herêmê liv û tevgera hewayî û bêjahî zêde bû.   Têkildarî encamên teqîne agahiyek nehat bidestxistin. Her wiha nehat zanîn bê ka sedema teqînê çi ye.