Ji projeya ‘mezin’ a Erdogan tadîlata dibistanê derket 2022-10-23 13:57:56   AMED - Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan dê li Amedê tev li “Merasîma Komî ya Vekirinê” bibe. Derket holê ku yek ji projeyên “mezin” a Erdogan, tadîlata dibistanekê ye.    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan îro li Amedê mitîngê li dar dixe û tê gotin dê di bin navê “Merasîma Komî ya Vekirinê” de vekirina 140 projeyan bike. Lê belê heta niha jî tu nîşaneyeke 140 projeyên li Amedê nehatine dîtin. Erdogan, dê tadîlata dibistanên li Amedê jî weke projeyê pêşkeş bike. Dibistana Seretayî ya Yahya Kemal Beyatli, YÎBO’ya 75. Yil û Dibistana Amadehî ya Kîptaşê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tadîlatên wan dike, di nava projeyên “mezin” de hatin nîşandan.    VEKIRINA RÊYA STABÎLÎZE   80 km’an qîrkirina rêyê, 2 hezar km rûgirtina sethî, 275 mîtrokare kevirên parke yên kilîtkirî û stabîlîzekirina 300 kîlomîtroyên rê jî yek ji projeyên Erdogan e. Ji “sozên hilbijartinê” yên Erdogan yek jî “Baxçeyê Milet e” ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Wezareta Çand û Turîzmê bi hev re çêkirine.    Ji bo îstîhdamê tu proje nehatine pêşkeşkirin û gelemperiya projeyên qala wan tên kirin jî di nava bûdçeya hikûmeta navendî de nînin û bi bûdçeya şaredariyan hatine çêkirin.    PERGALA RÊHESIN TUNE YE   “Pergala Sivik a Rêhesin” ku weke projeye ‘mezin’ hatibû pêşkeşkirin û her sal piştî tayînkirina qeyûm tê îdiakirin ku dê pirsgirêka veguhestinê ya Amedê ji holê rake û veguheriye xebateke “têkiliya bi civakê” re jî di nava projeyên Erdogan de cih negirt. Tê îdiakirin ku bihayê projeyên ku Erdogan qala wan dike, 12 milyar û 341 milyon û 821 lîre ne.    Rêyên ku piştî hilweşandina Sûrê hatin çêkirin jî di nava projeyên Erdogan de ne. Her wiha sûrên ku di dema qedexeyên derketina derve de ji hêla hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatin texrîbkirin û piştre jî qismekê wan ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin restorekirin jî di nava projeyên Erdogan de cih digrin.    BI BÛDÇEYA ŞAREDARIYÊ TEV LI VEKIRINÊ BÛ   Tesîsa Dawerîna Berşoyê ya Bismilê ku ji hêla Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê ve hatibû amadekirin û “baxçeyên milet” ên li Bismil, Pîran û Hezroyê ku bi bûdçeyên şaredariyê hatine çêkirin, Qada Mişteliyê Bajarê Mezin û Xaçerêya Yoncali ya Rihayê jî weke projeyên Erdogan dê bên pêşkeşkirin.