Li Rojhilat û Îranê xwendekar û mamosteyên xwe di grevê de ne 2022-10-24 10:50:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya ji bo azadî û dijî qetilkirina Jîna Emînî, duh bi pêşengiya xwendevan û mamostayan dewam kir.   Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bênavber berdewam dike. Xwepêşandan ji mehekî zêdetir e tevî hemû zext, gef, kuştin û girtinan dewam dikin. Duh xwendekarên zanîngehê yên Razî Kirmaşan, Zaniste Pizîşkan ya Zahîdan, Zanista Komelayetî ya Tahranê, Şerîf, Emîr Kebîr, Elame Tebatebaî ya Tahranê, Ferdews Meşhed, Azadî Xumeynî ya li Esfehanê, beşa huner, Telarsazî, Azadî Kerec û gelek zanîngehên din ketin grevê, çalakî lidarxistin û bê navber dirûşmeyên dijî komara îslamî ya Îranê berz kirin.    Gorî agahiyan li Zanîngeha Şerîf ya Tahranê hêzên Besîc deriyê zanîngehê li xwendekaran girtibûn, xwendekaran jî deriyê zanîngehê şikandine û bênavber dirûşmeyên dijî rejîmê berz kirin.    Li ser banga Desteya Hemahengî ya Sendîkaya Mamostayan, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwendekar û mamosta ketin grevê piştgirî dan xwepêşandanan.   Li gelek dibistanên bajarên Merîwan, Ciwanro, Seqiz mamosta neçûn dibistanan û girtin û binçavkirina mamosta û xwendekaran şeremezar kirin.   Duh li bajarê Sine xwendekarên jin çalakiyek lidarxistin, hêzên rejîmê gule berdan hewayê û xwendekar belav kirin. Ji bilî xwendekaran li bajarên Sine, Dîwanre, Serdeşt, Bender Ebas ya dikeve Başûrê Îranê û gelek herêmên din çalakiyên gel dewam kirin. Li gorî rêxistinên mafê mirovan heya niha zêdetirî 200 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.