Siyasetmedarê ıraqî Deem: Divê bikaranîn kîmyasalê were lêkolînkirin 2022-10-24 13:03:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê ıraqî Xalib Deem, diyar kir ku divê bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk bê lêkolînkirin.    Siyasetmedarê ıraqî Xalib Deem, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe ji Rojnewsê re axivî. Xalib destpêkê de behsa ketina dewleta Tirk ya di nava xaka Iraqê de kir û da zanîn ku dewleta tirk gelek ketiye nava xaka Iraq û rojane wan herêman bombebaran dike. Xalib destnîşankir ku cihên têne bombebaran kirin û çekên kîmyawî tên bikaranîn, cihê niştecihbûna welatiyane û ragihand ku dewleta tirk bê ku guh bide yasayên navnetewî û serweriya xaka Iraqê, çekên kîmyawî bikartîne.   Siyasetmedarê Iraqî di beşek din ya axaftina xwe de bang li Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê kir ku tîmek pispor pêkbîne û derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta tirk ve, lêkolîn bide destpêkirin.   Di dewamê de Xalib diyar kir ku gelê Iraqê van êrişên dewleta tirk red dikin, beriya niha jî gelek caran dijî êriş û bombebaranên dewleta tirk yên ser xaka Iraq û herêmê xwepêşandan hatin lidarxistin.