MÎT’ê dereweke din kir 2022-10-24 14:04:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku endamê HSD’ê Eyup Yakût ê ku MÎT’ê îdia kir ku di ‘operasyona noxteyê” de hatiye kuştin beriya salekê jiyana xwe ji dest daye.  Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî, têkildarî Eyup Yakût (Amed Dorşîn) ku Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) îdia kir ku bi “operasyonekê” kuştine de daxuyanî da. Şamî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û wiha got: “Ji derewa MÎT’ê re ‘operasyona noxte’. Hema bêje weke her sibe îro jî MÎT’ê dereweke din bi awayekî xemilandî ji medyaya şerê taybet re serwîs kir. MÎT’ê herî dawî derewa ku wan li Şedadê di operasyona noxteyê de şervanê bi navê Amed Dorşîn şehîd xistine pêşkeş kir. Çapemeniya têkildar bi derewên mezin ên weke ‘Nûçeya lezgîn, Geşedana Nû hwd.’ kirin manşetên xwe. YPG’ê di 11’ê mijdara 2021’an de bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta şervanê xwe Amed Dorşîn aşkere kiribû. Di heman demê dîrokê de merasîma sersaxiyê ya li mala malbatê ya li Silêmaniyê hate lidarxistin, di çapemeniyê de hate ragihandin.”   Şamî dû re li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal nûçeya Rojnewsê ku di 10’ê mijdara 2021’an de hatibû weşandin bi wêneyan ve parke kir.