Ji bo Hevşaredara Bismilê Ozer heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin 2022-10-24 15:39:29 AMED - Ji bo Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a ji peywîrê hate girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” heta 30 salan cezayê hefsê hate xwestin.    Danişîna doza Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin a bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” ji îdianameyên yekkirî tê darizandin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di danişîna ku Ozer tev li nebû de parêzerên wê Mehmet Emîn Aktar û Serhat Karaşîn amade bûn.    DOZGER HETA 30 SALAN CEZAYÊ HEFSÊ XWEST   Îdianameya bi daxwaza yekkirinê ku ji ber tevlibûna 36 çalakî û aktîvîteyên Ozer hatibû amadekirin, di danişîna beriya niha de ji aliyê dadgehê ve hatibû qebûlkirin. Dozgeriyê mutalaaya xwe ya ku du caran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” amade kiriye pêşkeşî dadgehê kir. Dozgeriyê destnîşan kir ku sûcê “endamtiya rêxistinê” yek ji sûcên dirêjkirinê ye û kiryar û çalakiyên ku Ozer beşdar bûne, hatine qutkirin û xwest 2 caran cuda cuda ji ber “endametiya rêxistinê” cezayê girtîgehê lê bê birîn. Dozgeriyê xwest ku Ozer ji 15 salan heta 30 salan bi cezayê hefsê were cezakirin.    XEBATÊN PARTIYÊ YÊN SIYASΠ   Parêzerên Ozer, Mehmet Emîn Aktar û Serhat Karaşîn xwest in ku xebatên muwekîla wan di çarçoveya xebatên partiyên siyasî û azadiya îfadeyê de bên nirxandin û ji bo ku li dijî mutalaaya derbarê esasê de parastinê bikin daxwaza dem kirin.   JI PARÊZERAN RE JI BO PARASTINÊ DEM HATE DAYÎN   Şandeya dadgehê daxwaza dem a parêzeran qebûl kir û ji bo parêzer parastinên xwe bikin danişîn taloqî 6’ê sibatê hate kirin.