Nûçegihanên MA’yê û JINNEWS’ê hatin binçavkirin: Polîsan avêt ser buroya me ya Enqereyê 2022-10-25 07:45:20 ENQERE - Di çarçoveya Lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de polîsan bi ser büroya me ya Enqereyê de girt. Di çarçoveya lêpirsînê de gelek nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS’ê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daye destpêkirin de polîsan bi ser buroya Ajansa Mezopotamya (MA) de girt. Di çarçoveya lêpirsînê de nûçegihanê MA’yê Selman Guzelyuz li navçeya Peyasa Amedê, nûçegihanê MA’yê Hakan Yalçin li Wanê hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtinên malan de gelek pirtûk desteser kirin. Guzelyuz û Yalçin birin midûriyetên polîsan.    Polîsan li Amedê avêt ser mala nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Derya Ren û wan binçav kirin. Hat zanîn ku Derya Ren di çarçoveya lêpirsînek din de hatiye binçavkirin.    MIDÛRA ME YA KARÊN NIVÎSAN HAT BINÇAVKIRIN    Li Stenbolê jî polîsan avêt ser mala Midûra Karên Nivîsan a ajansa me Dîren Yûrtsever. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û gelek pirtûk desteser kirin. Bi du lêgerîna li malê re Yûrtsever kirin binçavan û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.    ENQERE   Li Enqereyê polîsan bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê de girt. Lêgerîna li buroyê didome. Di serdegirtina malan de nûçegihanên MA'yê yên Enqereyê Zemo Aggoz û Bêrîvan Altan hatin binçavkirin. Her wiha polîsan bi ser malên hin nûçegihanên din de jî girtin û lêgerîn berdewam dike.   JI PIŞT VE KELEMÇE KIRIN    Di dema binçavkirinê de rojnamevan ji pişt ve hatin kelemçekirin. Rojnamevan kêliyek dirêj li erdê ji pişt ve bi kelemçekirî hatin hiştin. Her wiha polîsan computerên rojnamevanan desteser kirin.    RIHA Û MÊRDÎN   Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de avêt ser mala nûçegihanê MA’yê Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî yên li Rihayê. Li malê lêgerîn hatin kirin û paşê Acar û Şahînlî kirin binçavan. Di serdegirtinê de polîsan computer, kamera û makînekêşên nûçegihanan desteser kirin. Her wiha polîsan avêt ser malbata Acar a li navçeya Kerborana Mêrdînê û gelek pirtûk desteserkirin.    Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan avêt ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Oznur Deger a li navçeya Qosera Mêrdînê û wê binçav kirin.