Qeyûm ji bo xerakirina Taxa Peyasê planeke din çêkiriye! 2022-10-25 09:02:06 AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo projeya "veguherandina bajêr" a Şaredariya Peyasê cardin Plana Îmraê amade kiriye. Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê jî careke din îtiraz kir.    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, di 12'ê Mijdara 2020'î de bi navê "Ji bo pêşîgirtina li ber şevnişîn û avahiyên qaçax, veguherandina bajêr" li Taxa Peyasê ya navçeya Peyasê "Plana Îmarê ya Nazimê" amade kiribû. Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê jî bi hinceta ku ev "veguherandina bajêr" li dijî hiqûqê û "Rêziknameya Çêkirina Planên Cihwarî" ye serî li Dadgeha Îdareyê dabû. Dadgeha Îdareyê ya 1'ê ya Amedê jî serlêdana odeyê nirxandibû û biryara "rawestandina" plana navbirî dabû.    Piştî biryara Dadgeha Îdareyê ya ku di Kanûna 2021'ê de dabû, qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê vê carê bi navê "veguherandina bajêr" planeke îmarê ya nû amade kiriye.    Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê jî careke din îtiraz kir. Odeyê bi hinceta ku projeya qeyûm dijî Rêziknakeya Çêkirina Planên Cihwarî ye careke din îtiraz kir.    MA / Mujdat Can