Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê 2022-10-25 09:47:34 MÊRSÎN - Bêyî haya wan jê hebe bav û law kirine endamê AKP'ê. Halîl Karataş got ku dê gilî bikin.    Li navçeya Yenîşehîrê ya Mêrsînê Halîl Karataş (56), di sepana "e-devlet"ê de xwestiye li endamtiya xwe ya partiya siyasî mêze bike. Karataş gava mêze kiriye dîtiye ku ji sala 2008'an ve endamê AKP'ê ye. Karataş da zanîn ku kurê wî yê li Ewropayê jî ji sala 2020'an ve bêyî haya wî jê hebe kirine "endamê AKP'ê" û got ku ew di sala 2005'an de ji navçeyê çûye.    Karataş wiha got: "Ez di sala 2005'an de ji navçeyê derketime, lê çawa dibe ku di 2008'an de ez kirime endam. Gava ez li Hewangêa Rihayê bûm ez di nava xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de dixebitîm. Hewang cihekî biçûk e û li wir her kes dizane ku ez HDP'î me. Em hîn bûn ku kurê min jî di sala 2020'an de kirine endamê AKP'a Mezîtliyê. Lê ew 15 sal in li Ewropayê ye. Ev çawa çêdibe?"   DÊ GILÎ BIKE   Karataş diyar kir ku her ku hilbijartin nêz dibe desthilat dixwaze bide der ku gelek endamên wê hene û wiha got: "Vê endamtiay sexte wekî serketina wan be didin der. Ji bo di hilbijartinê dehîle û xurdeyan bikin wiha kirine. Em tu carî nebûne endam. Ji bo endamtiyê jî divê îmzeya şil hebe. Lê em dibînin ku sixtekarî kirine. Bêyî hawa wan jê hebe gelek mirov kirine endam. Bila her kes 'e-devlet'ê kontrol bike. Ez ê serî li desteya hilbijartinê bidim û dawî li vê endamtiyê bînim û ez ê giliyê wan bikim."