Ev 19 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: 284 serlêdan bêbersiv hatin hiştin 2022-10-25 10:42:25   STENBOL - Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin ev 19 meh in tu agahî nayên girtin. Parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê ji bo hevdîtinê heta niha 284 serlêdan kirine lê tevek jî bêbersiv hatine hiştin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di encama komployeke navneteweyî de, di 15’ê Sibata sala 1999’an de radestî dewleta tirk hat kirin û ji wê rojê heta niha di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev bû 19 meh ku bi tu awayî agahî ji Ocalan nayên girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Ocalan dike, herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtin kir. Bi mezinbûna fikarên derheqê tenduristî û ewlehiya Ocalan, malbata wî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê pê re axivî bû. Hevdîtina ku dihat qutkirin,  4 deqeyan dom kir û ji wê rojê ve jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin.    OCALAN: WERIN EM PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN   Tevî israra şer a desthilatdariyê ya di polîtîkaya şer de jî Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi parêzerên xwe re de peyama; “Ez ji bo çareserkirina pirgirêka kurd amade me” da. Ocalan, da zanîn ku polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser wî tê meşandin, girêdana xwe bi polîtîkayên şer re heye. Her wiha Ocalan diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ku zêdetirî 40 sal in berdewam dikin, hem ji hêla mirovî ve û hem jî ji hêla siyasî û aborî ve windahiyên mezin çêbûne. Ocalan, destnîşan kir ku mîna di serdema Turgut Ozal de, di dema niha de jî hewldanên wan ên ji bo çareseriyeke demokratîk hatine sabotekirin û ev tişt anî ziman: “Tevî vê yekê jî em di xeta aştiyê de biisrar in. Hewl didim ji bo kurdan cih veqetînim. Werin em pirsgirêka kurd çareser bikin. Ez dibêjim ku dikarim di nava hefteyekê de rewş û îxtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ji xwe bawerim. Ji bo çareseriyê amade me. Lê belê divê dewlet û aqilê dewletê jî tişta pêwîst bike.”    OCALAN: DEWLET XELET DILÎZE   Abdullah Ocalan, di hevdîtina li ser telefonê ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan de jî wiha bertekê nîşanî bêhiqûqiya li hemberî wî tê kirin dide: “Tişta ku hûn dikin gelek xelete. Hem dewlet û hem jî hûn xelet dilîzin. Ev yek hiqûqî nîne, rast nîne. Ev yek teqez nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqê de ne bê ka çi dikin? Ez dixwazim ku parêzerên min bên vê derê û bi min re hevdîtin bikin. Ev yek, tiştekî hiqûqî ye. Ev 22 sal in ez li vê derê me. Ev pirsgirêk dê di pêşerojê de çawa be? Ev pirsgirêk dikare tenê bi rêyên hiqûqê bê çareserkirin. Çima nayên vê derê? Heke hevdîtin çêbibin jî divê bi parêzeran re bibe. Ji ber ku ev rewş hem siyasî û hem jî hiqûqî ye.”    284 SERLÊDAN   Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî hevdîtina li ser telefonê ku dihat qutkirin, ji bo hevdîtina bi Ocalan re gelek caran serlêdan kirin. Parêzeran hem li ser navê xwe û hem jî li ser navê malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Lijneya Girtîgeha Îmraliyê dan. Ji hevdîtina dawî heta niha parêzeran 203 û malbat û vasiyên Ocalan jî 71 serlêdan kirine. Lê belê heta niha jî ji tu serlêdanan encamek nehatiye bidestxistin.    CEZAYÊN DISIPLÎNÊ   Her wiha di vê pêvajoyê de ji bo ku Ocalan û girtiyên din bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtina rû bi rû bikin, ji bo Dadgeriya Înfazkirina Ceza ya Bursayê serlêdana “hevdîtina lezgîn” kirin. Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Îmraliyê, cezayên disiplînê yên 3 meh û 6 mehan ên hevdîtina bi parêzeran re weke hincet nîşan da û serlêdan red kir. Parêzeran, têkildarî cezayên disiplînê yên Lijneya Displînê, îcar li Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê îtîraz kir. Dadgehê jî bi hinceta “Dadgeheriya Înfazê biryareke li derveyî usûl û derqanûnî nedaye”, ev îtîraz red kir.    CEZA BIRIN AYM’Ê    Parêzeran piştî biryara redkirinê ya dadgeriyê vê carê jî di 12’ê gulanê de bi sedema ku hevdîtinên bi malbatan re bi cezayên disiplînê yên “derhiqûqî” tên astengkirin, serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) da. Parêzeran di serlêdana xwe ya ji bo AYM’ê de bal kişandin ser rewşa agahînegirtina mutleq ku “incommunicado” jê re tê gotin. Parêzeran, diyar kirin ku agahînegirtin îşkence ye û xwestin ku were tespîtkirin ku mafên jiyana taybet û ya malbatê, parastin, darizandina adilane û mafê serlêdana bibandor hatine binpêkirin.    AYM’Ê SERLÊDAN RED KIR   AYM’ê, serlêdana parêzeran ku di 12’ê çileyê de kiribûn bi van îdiayan red kir: “Dema agahiyên di dosyaya serlêdanê de û agahî û belgeyên ji hêla Lijjneya Înfazkirina Ceza ve ji Dadgeha Makeqanûnê re hatine şandin bi hev re tên nirxandin, aşkere dibe ku serlêdêr xwedî derfetên xizmetên tenduristiyê ne, ji bo hevdîtinên bi malbat û parêzeran re sînor hatiye dayîn û xuya bûye ku tu agahî yan jî nûveyeke ku xetereyeke cidî li ser jiyana wan hebe nîne. Di çarçoveya fiqreya bi hejmar 2 ya xala 73’emîn a Rêznameya Hundirîn, biryar hat dayîn ku hewce nake daxuyanî ji beşê re bê şandin.”    775 HIQÛQNASAN ÎMZE DAN   Rewşa agahînegirtina ji Ocalan û girtiyên din, rêxistinên hiqûqê jî xistin nava liv û tevgerê. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî di nav de, rêxistinên hiqûqê bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. 775 hiqûqnasên ku endamên 29 baroyên cuda bûn, ji bo hevdîtina bi Ocalan re îmze dan û di navbera 10-17’ê hezîranê de serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê wezaretê serlêdana parêzeran nebersivand.    JI 22 WELATAN 350 PARÊZERAN SERLÊDAN KIR   Parêzerên li Ewropa û Rojhilata navîn jî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan. Li seranserî cîhanê ji 22 welatan bi giştî 350 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Ocalan re di 14’ê îlonê de serî li Wezareta Dadê dan. Parêzeran, da zanîn ku ev nêzî saleke agahî ji Îmraliyê nayê girtin, bi vê yekê re tecrîd hatiye girankirin û ji hêla pêşîlêgirtina îşkenceyê jî di qada navneteweyî de binpêkirin heye. Di vê çarçoveyê de jî parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Baroyên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kirin. Parêzeran, serlêdana xwe li Paytexta Belçîkayê Burkselê li Kuluba Çapemeniya Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihandin.    BAL KIŞANDIN SER TÊKOŞÎNÊ   Piştre jî ji Fas, Filistin, Herêma Federal a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Lubnan, Misr, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzer ji bo hevdîtinê ketin nava liv û tevgerê. Parêzeran, diyar kir ku Ocalan û girtiyên din di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin û wiha gotin: “Em, ji bo parastina mafên birêz Ocalan û girtiyên din dikevin nava liv û tevgerê.” Parêzeran di heman demê de diyar kirin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û girtiyên têbikoşin.    JI SÛRIYEYÊ 691 PARÊZER   Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tartûs, Heleb, Hûms û Laziqiyê jî 691 parêzeran di 19’ê îlonê de li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya li Qamişloyê hatin ba hev û bertek nîşanî tecrîdê dan. Parêzeran, da zanîn ji Wezareta Dadaê re name şandine û xwestine ku tecrîd bi dawî bibe.    MA / Ergîn Çaglar