Dayikên Aştiyê: Bila hiqûqa nevneteweyî bê şixulandin 2022-10-25 11:23:44   ÊLIH - Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku Tirkiye çekên kîmyewî yên ku bi kar tîne ji dewletên endamên OPCW’yê ne distîne û ev bang kirin: “Kîmyasal pirsgirêka mirovahiyê ye. Bila gelên cîhanê jî li dijî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin.”   Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin 6 mehên xwe li pey xwe hiştin. Artêşa tirk bi êrişên xwe yên hewayî û bejahî li gel teknolojiya pêşketî tu pêşketin bi dest nexist û di demên dawî de dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Navenda Parastina Gel (HSM) di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk bi çekên taktîk nukleer, termobarîk û fosforê 2 hezar 467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bikar anî ye.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk dan û xwest ku heyeteke serbixwe biçe li qadê lêkolîn bike. Dayikên Aştiyê ev bang kirin: “Bila hiqûqa navneteweyî bê şixulandin.”   CÎHAN ÇIMA BÊDENG E?   Dayika Aştiyê Elîf Tûlûktemûr destnîşan kir ku dîmenên kêliyên dawî yên bibandorbûna ji çekên kîmyewî ya 2 HPG’iyan nîşan dide şerekî çiqas qirêj tê meşandin û wiha got: “Cîhan li dijî van dîmenan bêdeng e. Gelo cîhan çima bêdeng e? Qey ji ber ku yên jiyana xwe ji dest dane kurd in ji ber wê? Em dibêjin êdî bes e.”    KÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ DIFROŞE TIRKIYEYÊ?   Tûlûktemûr diyar kir ku dewletên endamên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ne çekên kîmyewî difiroşin Tirkiyeyê û anî ziman ku dewletên endam, şirîkatiya sucên dewleta tirk dikin. Tûlûktemûr wiha pê de çû: “Di bikaranîna çekên kîmyewî de rola kê hebe bila hesabê bide. Saziyên navneteweyî yên li dijî van tiştan bêdeng dimînin sucdar in.”    BERTEKA PDK’Ê   Tûlûktemûr, desteserkirina PDK'ê ya maskeyên li dijî êrişên bi çekên kîmyewî bi bîr xist û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bila yên ku ji bo bikaranîna çekên kîmyewî bûne rê, bila şerm bikin. Dema ku em çûn, gava piştî me ew dê biçin. Ewqas qetlîam çêbûn, Helebçe çêbû, ma şerm nakin? Gelo çima dest danîn ser wan maskeyan. Ger ku dest nedanîbana ser wan maskeyan dibe ku 17 HPG’î jiyana xwe ji dest nedabûna. Li ser xwîna kurdan bazareke qirêj dikin.”    PIRSGIRÊKA MIROVAHIYÊ   Dayika Aştiyê Şukran Dal jî bal kişand ser bêdengiya civakî ya ku tê jiyîn û encamnegirtina hewldanên hiqûqî yên dijî bikaranîna çekên kîmyewî. Dal, bang li her kesê kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî xwedî helwest bin û wiha got: “Bertek nîşan bidin. Bila gelên cîhanê dijî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin. Kîmyasal ne tenê pirsgirêka kesekê an jî netewekê ye, pirsgirêka mirovahiyê ye.”   BÊDENGIYA ŞIRÎKATIYÊ   Dayika Aştiyê Sûltan Azboy jî bertek nîşanî bêdengiya malbata Barzanî da û ev tişt anîn ziman: “Yên kor bila çavên xwe, yên kerr bila guhên xwe vekin û dijî vê hovitiyê bibin deng. Piştî ku dîmen hatin parvekirin tu hewldanên hiqûqî nîn in. Her kesek dibîne lê kesek tiştekê nake. Tu daxuyaniyên malbata Barzanî jî nîn in. 17 mirov hatine qetilkirin ne tu şermezarkirin ne tu bertek nîn e. Ji ber ku ev şirîk in. PDK’a dema ku li Tirkiyeyê tiştek diqewime diçe serdanê an jî şînê, dijî vê qetlîamê yek peyv negotiye.”   MA / Fethî Balaman