Li Zapê helîkopterek Skorsky hate xistin 2022-10-25 11:51:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Di şerê ku li Zapê berdewam dike de helîkopterekî Skorsky hate xistin.    Êrişên Tirkiyeyê yên ji 17’ê Nîsanê ve li dijî Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê dane destpêkirin berdewam dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) li Girê Cûdî yê Zapê helîkoptereke Skorsky ya Tirkiyeyê hatiye xistin. Di nava 6 mehên dawî de hejmara helîkopterên hatine xistin derket 11’an.