‘Wezîrê Dadê piştî daxuyaniya xwe heta niha jî gavek neavêtiye’ 2022-10-25 12:05:00   AMED -  Malbatên girtiyan ên Amedê çalakiya xwe ya edaletê didomînin. Di çalakiyê xwişka girtiyê nexweş Încî Guler axivî û bal kişand ser gotinên Wezîrê Dadê ku gotibû, 'Em ê girtîyên nexweş bînin rojeva Meclisê' û got: "Lê heta niha tu gavek nehatiye avêtin.”    Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin û nayên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 343'yemîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li dar xistin. Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78'an û Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan.    'BILA QANÛNÊN XWE PÊK BÎNIN'    Di çalakiyê de Încî Guler xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler axivî. Guler gotinên Wezîrê Dadê ku gotibû, 'Em ê girtiyên nexweş bînin rojeva Meclisê’ bi bîr xist û wiha got: "Lê heta niha tu gavek nehatiye avêtin. Berovajiya vê tevî ku em weke dayik û xwîşk di nobeda edaletê de ne jî zilm û zor li ser wan zêde kirine. Heke dewletê bi çavekî neyartî li zarokên me nenêhiriya îro dê qanûnên xwe jî pêk bianîna, zilm û zor jî li zarokên me nedikirin. Daxwaza me ew ê ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne. Girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyeya bên berdan. Heta dewlet qanûnên xwe pêk bînê em ê çalakiya xwe ya edaletê bidomînin."   Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmayên, "Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.