Hinceta binçavkirinê ya miduriyeta polîsan: Nûçe çêkirine! 2022-10-25 13:19:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Miduriyeta Polîsan Enqereyê, ragihand ku 11 rojnamevan bi îdiaya “ji ber nûçeyên gel li dijî hev sor dikin çêkirine” hatine binçavkirin.    Di serdegirtinên malan ku navenda wê Enqere ye li 9 bajaran de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger jî di nav de 11 rojnamevan hatin binçavkirin. Miduriyeta Polîsan a Enqereyê têkildarî binçavkirinan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî dan.    Di daxuyaniya ku ajansa me hedef hate nîşandin de hate îdiakirin ku “ji ber nûçeyên gel li dijî hev sor dikin çêkirine û xebatên rêxistinî meşandine” hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku derbarê 14 kesan biryara binçavkirinê heye.    DOKUMANÊN RÊXISTINÎ: KAMERA   Di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku kamerayên hatine desteserkirin, wênegir, lênûskên nîşeyan û pirtûk jî weke “pirtûkên rêxistinî/dokumanan in”.