Dê di doza Dayikên Aştiyê raporeke din a kesê pispor bê amadekirin 2022-10-25 14:31:55   STENBOL - Derheqê Dayikên Aştiyê de ku bi hinceta tev li çalakiyên piştgiriyê yên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûne û rojnamegerên çalakî dişopandin de doz hatibû vekirin. Di danişîna dozê de biryar hat dayîn ku raporeke din a kesê pispor bê amadekirin.    Bi mebesta rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîga Îmraliyê tê ragirtin, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Di 10’ê gulana 2019’an de ku çalakî didomiya, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakî hatibû lidarxistin û polîsan bi dijwarî êrişî çalakvanan kir. Di encama êrişê de 11 endamên Dayikên Aştiyê û rojnameger Îrfan Tunççelîk û Umît Turhan Coşkun ku çalakî dişopandin hatibûn binçavkirin. Derheqê Dayikên Aştiyê û rojnamegeran de bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” û “li gel ku endamên rêxistinê nînin, li ser navê rêxistinê sûc kirine” doz hatibû vekirin. 3’yemîn danişîna dozê  îro li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Dayikên Aştiyê û rojnameger beşdarî danişînê nebûn lê parêzerên wan Meltem Ozel, Adem Peker, Emrah Ozturk û Xebat Demîrcan amade bûn.    ‘DI DOSYAYÊ DE RAPORA KESÊ PISPOR HEYE’   Şandeya dadgehê hatibû guhertin. Dozger, xwest ku CD, agahî û belgeyên di demên beê de hatibûn lêkolînkirin dîsa ji kesê pispor re bên şandin û lêkolînkirin.  Parêzer Xebat Demîrcan got ku di dosyayê de jixwe rapora kesê pispor heye û mutalaaya dozger weke daxwazeke ne di cih de û weke hewleke dirêjkirina dozê nirxand. Demîrcan, diyar kir ku tevî ku di sê danişînan de muzekkere hatiye nivîsandin ku wênekeş û kompûtera rojnameger Îrfan Tunççelîk were dayîn jî, heta niha lê nehatine vegerandin.    BIRYARA RAPOREKE DIN A KESÊ PISPOR    Ji parêzeran Ozturk jî destnîşan kir ku alavên rojnamegeran hatine desteserkirin, bi vî awayî rê li ber hatiye girtin ku nekarin karê xwe bikin û xwest ku alavên wan lê werin vegerandin.    Dadgehê, biryara xwe ya navberê da. Dadgehê, daxwaza dozger a amadekirina raporeke din a kesê pispor qebûl kir û danişîn taloqî 7’ê sibata 2023’yan kir.