Li buroya me ya Enqereyê lêgerîn 6 saet dewam kir: Dest danîn ser mîkrofona MA’yê jî! 2022-10-25 15:11:26   ENQERE - Polîsên ku avêtin ser buroya me ya Enqereyê, 6 saetan lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerînê mîkrofona ajansa me MA'yê wek alava "suc" hesibandin û desteser kirin.     Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de polîsan serê sibê avêt ser buroya me ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Enqereyê. Li buroya me 6 saetan lêgerîn hat kirin. Polîsan saet 7’an de li gel xwe çilingîr anîne û deriyê buroyê vekirin û bêyî ku kesek li buroyê hebe lêgerîn kirin. Polîsan di vê kêliyê de nûçegihana MA’yê Şervîn Ozviran jî desteser kirine û est danîn ser nasname û telefona wê jî.    DEST DANÎN SER ARŞÎVA OZGUR GUNDEMÊ   Polîsan dest danîn ser arşîva ansîklopediyên rojnameya Ozgur Gundemê ya ji salên 1990'î heya16'ê tebaxa 2016’an de ku hat girtin. Her wekî din dest danîn ser rojnameyên Yenî Yaşam û rojnameya Xwebûnê jî. Balkêş bû ku di serdagirtinê de dest nedanîn ser rojnameyên di heman cihî de disekinîn ên Hûrriyet û Cûmhûriyetê.   WÊNEYÊN ROJNAMEGERAN JÎ BIRIN   Polîsan di serdagirtinê de dest danîn ser wêneya rojnameger û edîtora Kovara Jinolojiyê Nagîhan Akarsel a di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin û wênaya 16 rojnamegerên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatibûn girtin.    LÊGERÎN 6 SAET DOM KIR   Polîsên ku 6 saetan li buroyê lêgerîn kirin dest danîn ser 5 computer, 2 hardîsk, ajandayên nîşeyên nûçeyan, telefonek, bi dehan pirtûk û kovaran. Polîsan mîkrofona MA’yê wek "alava sûc" hesiband û destser kirin.