Gulnas Karataş li Licê hat bibîranîn 2022-10-25 16:12:37   AMED - Li Licê bi pêşengiya TJA’yê endama PKK’ê Gulnaz Karataş ku di sala 1992’yan de ku li dijî êrişan çalakiyake fedayîtî kir hat bibîranîn.    Endama PKK’ê Gulnaz Karataş (Berîtan Hêvî) di sala 1992’yan de li başûrê Kurdistanê ji bo nekeve destên leşkerên tirk û hêzên PDK’ê çalakiyek fedayîtî kir û jiyana xwe dest da, hat bibîranîn. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya bîranîna Karataş li avahiya HDP’ê ya navçeya Licê ya Amedê bernameyek li dar xist. Di bîranînê de Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşcier, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Amed û navçeyên wê û gelek kes tev li bîranînê bûn. Pankartek ku gulên sor lê xemilandî bi dîwar ve hat daliqandin.    Di bîranînê de ji bo deqîqeyek rêz hat girtin. Piştre jî ji bo bîranîna Karataş belgefîlma “Berîtan” hat nîşandan. Di dema temaşekirina belgefîlmê de dayik xemgîn bûn. Piştî nîşandana sînevîzyonê helbestên Karataş hatibûn nivîsandin hatin xwendin.    Di bîranînê de Parlementer Îmam Taşcier axivî û anî ziman ku Kurdistan her çiqas ji aliyê dewletan ve hatibe parçekirin jî lê di mêjiyê kurdan de yek welat e û wiha got: “Birêz Ocalan dema vê tevgerê da avakirin, çend kes bûn lê îro bûye bi milyonan kes. Birêz Ocalan ji bo yekitiya kurdan beriya niha bi 9 salan xwest kongreyek were avakirin. Ev ji bo kurdan pir giring bû. Ji aliyê dijmin ve hat qûtkirin lê belê xebata vê yekê hê jî ji aliyê me ve berdewam dike. Îro nîşana vê Rojava ye. Dîsa li rojhilatê Kurdistanê ji ber qetilkirina Jîna Emînî, li tevahiya dinyayê xelk rabûn ser pêya. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li tevahiya dinyayê belav bû. Divê ku em kurd jî yekitiya xwe çêkin.”