Rojnamegereke din jî hate binçavkirin 2022-10-25 16:31:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mehmet Gunhan jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat binçavkirin.     Îro di danê sibehê de polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi ser Buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) û malên gelek rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li 9 bajaran de Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceylan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin.    Di daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê de hat destnîşankirin ku ji 14 rojnamegerên ku der barê wan de biryara binçavkirinê heye, 11 jê hatine binçavkirin. Hat zanîn ku navê rojnamegerê 12’emîn Mehmet Gunhan e. Rojnameger Gunhan ku navberekê li Buroya MA'yê ya Enqereyê stajerî dikir, di encama serdegirtinên li Manîsayê de hat binçavkirin.    Her wiha nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren jî îro di danê sibehê de li Amedê ji ber lêpirsîneke cuda hat binçavkirin.