Ji bo rojnamevanên di bin çavan de hevdîtina parêzeran bi sînor kirin 2022-10-25 16:33:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 11 rojnamevanên ku di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere hatin binçavkirin de biryara sînordarkirina hevdîtina bi parêzeran re ya 24 saetan hate dayîn.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên Ma’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar û Ceyhan Şahînlî, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznûr Deger û Derya Ren û rojnamevan Mehmet Gunhan bi îşkenceyê hatin binçavkirin.   5’emîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Enqereyê, hevdîtina rojnamegeran a bi parêzerên xwe re ji bo 24 saetan sînordar kir. Ji biryarê re “wesfa sûc” weke hincet hate nîşandan.