Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye 2022-10-25 20:59:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, daxuyand ku di çalakiyên li Rojhilat û Îranê de 29 jê zarok herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye.    Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, rapora têkildarî çalakiyên li Rojhilat û Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emîniyê de belav kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê de 29 jê zarok herî kêm 234 kesî jiyana xwe ji dest daye.