Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin 2022-10-25 23:15:58   ENQERE - Dema binçavkirinê ya 12 rojnamevanên ku îro danê sibehê hatin binçavkirin rojekê hat dirêjkirin.   Îro danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan li 9 bajaran bi ser malên rojnamevanên kurd ên xebatkarên Ajansa Mezopotamya (MA) û JinNewsê de girtin. Nûçegihanên MA’yê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren (di çarçoveya lêpirsîneke din de) ji ber nûçeyên çêkirine hatin binçavkirin.    Hat ragihandin ku dozgeriyê rojekê dema binçavkirinê ya 12 rojnamevanan dirêj kiriye.    Her wiha hat hînbûn ku Midûra Karên Nivîsê ya MA'yê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê hatibû binçavkirin û nûçegihanê MA'yê Hakan Yalçin ku li Wanê hatibû binçavkirin anîne Enqereyê.