Rêxistinên rojnamevanan: Binçavkirina rojnamevanan encama îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ye 2022-10-26 10:03:09   STENBOL – Rêxistinên rojnamevanan diyar kirin ku divê hevpîşeyên wan hatin berdan tavilê berdan. Parêzer Veysel Ok jî got dibe ku ev encama nerazîbûna li dijî bikaranîna çekên kîmyewî be.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de duh li 9 bajaran li dijî nûçegihanên ajansa me û JinNewsê operasyona binçavkirinê hat lidarxistin û 11 nûçegihan hatin binçavkirin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger hatin binçavkirin. Her wiha Mehmet Gunhan ê demek li MA’yê stajyeriyê kiribû jî hat binçavkirin.    Rêxistinên rojnamevanan nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan û xwestin hevpîşeyên wan demildest bên berdan.    LI DIJÎ ÇAPEMENIYA KURD ZEXTEK TAYBET HEYE    Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) parêzer Veysel Ok diyar kir ku li Tirkiyeyê her roja ku diçe zextên li ser rojnamevanan zêde dibin û got: “Hê îdianameya 16 rojnamevanên li Amedê nehatiye amadekirin û girtî ne, niha jî gelek rojnamevanên din kirin binçavan. Wateyek vê operasyonê ya taybet heye. Ev operasyona duyemîn a li dijî çapemeniya kurd e. Bi awayek zelal nayê zanîn bi çi tên tawanbarkirin. Lê nêrîna dewletê ya li meseleya kurd û medyaya kurdî her tiştî diyar dike. Yanî dewlet neçareserkirina pirsgirêka kurd, bi zextên li ser rojnamevanan dide nîşandan.”   ARMANCA OPERASYONÊ    Ok da zanîn ku ji cihên herî zêde binpêkirina mafan lê diqewime herêmên kurdan e û wiha got: “Ev operasyon di heman demê de beriya hilbijartinê pêk hat. Ji ber ku li herêmê herî zêde wezîfe dikeve ser milê çapemeniya kurd. Dewlet naxwaze neheqiyên di hilbijartinê de bên kirin, kes hîn bibe. Lewma jî rojnamevanên kurd tên binçavkirin.”    ‘EM ŞAHIDIYA ROJNAMEVANIYA WAN DIKIN’    Ok destnîşan kir ku îktidar bi zextên li ser rojnamevanan dixwaze peyamê bide civakê û rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine binçavkirin û ew şahidiyê rojnamevaniya rojnamegerên binçavkirî dikin.    ‘BERSIVA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YE’    Ok anî ziman ku çapemeniya kurdî di demên dawî de nûçeyên ku bala rojeva Tirkiyeyê bikişîne çêkiriye û wiha got: “Ev yek qet li xweşa îktidarê naçe. Her çiqas gotin û nûçeyên rojnamevanan îktidarê û hemû saziyên dewletê aciz bike jî lê belê ev azadiya derbirînê û mafê agahî girtinê ye. Belavkirina nûçeyan wezîfeya rojnamevan e. Li ser îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî nerazîbûnek zêde li dijî dewletê çêbû, dibe ku binçavkirina rojnamevanan encama vê yekê be jî.”    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Ok da zanîn ku niha di pergala hiqûqê de kes ne di ewlehiyê de ye û nemaze piştî qanûna sansûrê ne tu kes û ne jî tu rojnamevan di ewlehiyê de ye. Ok anî ziman ku rojnamegerî ne sûc e û divê li dijî van zextên îktidarê yên li ser rojnamevanan têkoşînek hevpar bê kirin.    ‘OPERASYONA KRÎMÎNALÎZEKIRINÊ YE’    Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî têkildarî binçavkirina 11 rojnamevanan wiha got: "Heke telefonî hevpîşeyên me bikin dê biçin îfade bidin emniyete. Lê li şûna vê bêserûber bi ser malên rojnamevanan de digirin û bi kelemçekirî wan dikin binçavan. Bi rastî jî hevpîşeyek me tevî ku pitika wê ya du mehîh eye jî hat binçavkirin. Armanca van operasyonan krîmînalîzekirina rojnamegeriyê ye. Tam di serdemek ku qanûna sansûrê hat derxistin de binçavkirina hevpîşeyên me dide nîşandan di dema pêş de wê xebatên rojnamegeriyê li Tirkiyeyê hin zêdetir bibin.”    ‘HEVALÊN ME DEMILDEST BERDIN’    Dûrmûş diyar kir ku hevpîşeyên wan hatine binçavkirin demek dirêj e di Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê de dixebitin û wiha got: “Ev operasyon li dijî azadiya çapemeniyê darbeyek giran e. Em dixwazin hevpîşeyên me ku hatine binçavkirin, tavilê bên berdan. Her wiha em dixwazin derbarê polîsên ku muameleya nebaş li hemberî hevpîşeyên me kirine de jî lêpirsîn bê destpêkirin. Hevalên me demildest berdin.”