‘Protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze' 2022-10-26 10:28:45 AMED - Hevseroka OHD'a Amedê parêzer Ozum Vurgun derbarê OPCW’ê ku gotibû, ‘Ji bo ku em bikarin çekên kîmyewî lêkolîn bikin divê dewletên alîgir serledan bikin’ de axivî û got protokola ku çekên kîmyewî qedexe kir tenê serdestan diparêze.  Tirkiye bi hevkariya PDK di 17’ê Nîsanê de li heremên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve şer da destpêkirin. Şerê li başûrê Kurdistanê 6 meh li pêy xwe hişt. Ji ber ku artêşa tirk nekarî di êrişan de encamekê bi dest bixê gelek caran çekên kîmyewî bikar anî. Hezên Parastina Gel (HPG) daxuyandibû ku Tirkiyeyê 2 hezar 467 caran çekên kîmyewî bikar aniye.   Lê tevî daxuyaniyên HPG'ê û dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî jî derbarê Tirkiyeyê de lêpirsînek nehat destpêkirin. Piştî belavkirina van dîmenan li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek deverên cihanê kurdan û dostên xwe nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê û bêdengiya saziyên navnetewî dan. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) daxuyandibû ku 'Heta dewletên alîgir ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî serledan nekin ew nikarin lêpirsînê bidin destpêkirin.'    Hevseroka Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê parêzer Ozum Vurgun ji ajansa me re axivî û bêdengiya OPCW'ê nirxand.    ‘DIVÊ KU LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’   Vurgun daxuyaniyên rayedarên îktidara AKP'ê ku dibêjin "em çekên kîmyewî bikar nayînin" bi bîr xist û wiha got: “Lê li dijî kesen ku dibêjin çekên kîmyewî hatine bikaranîn jî bi darazê tehdît dikin. Heke bi xwe bawerin ku çekên kîmyewî nehatine bikaranîn bila destûr bidin ku çekên kîmyewî bên lêkolîn kirin. Ji bo lêkolînê kesên ku ji derva dixwazin biçin herêmê tên astengkirin. Ev jî îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî xurt dike. Her çiqas OPCW û Dîwana Navneteweyî ya Sûcên li Dijî Şer bêdeng bin jî dibe ku di derheqê Tirkiyeyê de lêpirsîn bidin destpêkirin.”   ‘BÊDENGÎ HEVKARÎ YE'    Vurgun bal kişand ser bêdengiya dewletên Ewropayê û saziyên berpirsiyar û navneteweyî û wiha axivî: "Kesên ku bêdengin şirîkatiya vî sûcî dikin. Divê ku rêxistinên civakê yên sivîl û rêxistinên mafên mirovan li dijî vê yekê di nav hewldanan de bin da ku OPCW berpirsyariya xwe bi cih bîne û Tirkiye jî bê darizandin. Ew dîmenên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatin belavkirin jî ji bo ku raya giştî ya dinyayê pîvana bandora wê bibîne û ji neçarî hatin parvekirin. Ew dîmen delîlên şênber in. Helbet wan dîmenan bala dewletan jî kişandiye. Ji bo şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de 39 dewletan ji bo çekên kîmyewî serî li Dadgeha Laheyê dabû. Piştî serledanê lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber vê yekê wisa difikirim ku bala gelek dewletan kişandiye û divê serledan bên kirin."    ‘PROTOKOLA SERDESTAN A LI DIJÎ BINDESTAN’   Vurgun bi lêv kir ku serdest ji bo xwe biparêzin protokola OPCW'ê amade kirine û got: "Ji ber ku statûya kurdan tune yê OPCW û saziyên din derheqê çekên kîmyewî de lêpirsîn nadin destpêkirin. Ji ber wê divê statûya kurdan bê rojevê. OPCW tenê serledanên dewletên alîgir esas digre, ew jî tê wê wateyê ku ew protokol ji bo serdestan e ne ji bo gelên bindeste. Dewletên serdest ji bo parastina xwe ew peyman îmze kirine, gelên bindest bi çekên kîmyewî bên qetilkirin jî ne xema wan e. Ji ber vê jî bêdengin. Di sala 2019’an de dema li Rojava çekên kîmyewî hatin bikaranîn ji zanîngehek Elmanyayê heyetek pisporan hat li Rojava lêkolîn kirin û delîl kom kirin lê dewleta Elman tevî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî ya li başûrê Kurdistanê jî tu lêpirsîn neda destpêkirin."    STATÛYA KURDAN   Vurgun bal kişand ser nebûna statûya gelê kurd û got çi dibe bila bibe divê ji niha şûn ve nîqaşa statûya avakirina kurdan bê destpêkirin û heke Kurdistan bê nasîn dê gelek tiştan rizgar bike.    MA / Mahmût Altintaş