Di doza bobelata keştiyê de hezar û 33 sal ceza hate dayîn 2022-10-26 14:14:57   WAN - Li Wanê di doza têkildarî bobelata keştiya ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de hezar û 33 sal ceza ji xwediyê keştiyê Medenî Akbaş re hate birîn, bersûcên din jî beraet kirin.    Li navçeya Westana Wanê di 27’ê hezîrana 2020’an de di keştiya Servet Akbaş de 61 kes bi qeniqînê jiyana xwe ji dest dan. Li gel Servet Akbaş ê xwediyê keştiyê, danişîna biryarê ya derbarê 12 kesan de ya bi sucdariya “qaçaxiya penaberan a xurt” û “sedembûna mirina gelek kesan a biqisûr” li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê date dîtin.    Di danişînê de derbarê Medenî Akbaş ê 2 sal e wek girtî tê darizandin de ji ber sedembûna mirina her 60 kesan 16 sal û 8 meh, ji bo zarokê ku jiyana xwe ji dest daye 25 sal, ji ber “qaçaxiya penaberan” 8 sal bi giştî hezar û 33 sal ceza hate birîn. Di dozê de derbarê 11 kesên din ên di heman dozê de dihatin darizandin de biryara beraetê hate dayîn.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Li taxa Altinsaç a navçeya Westanê di 27’ê hezîranê de keştiya penaber tê de bûn di Gola Wanê de noq bû. Di bobelatê de xwediyê keştiyê Medenî Akbaş hat xelaskirin û di encama xebatên lêgerînê de 2 jê zarok cesedê 61 penaberan hate dîtin. Aqûbeta xwediyê keştiya dîtir Sedat Akbaş ê ku derbarê wî de îxbara wendabûnê hatiye dayîn û gelek penaberan hê jî nayê zanîn.    Piştî bobelatê tevî Servet Akbaş ê xwediyê keştiyê, derbarê 12 kesan de bi sucdariya “qaçaxiya penaberan a xurt” û “sedembûna mirina gelek kesan a biqisûr” doz hatibû vekirin.