Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dê 'Meşa mirovahiyê' bê lidarxistin 2022-10-26 14:15:53 ŞIRNEX - KCD, HDP, DBP, TJA, TUHAD-FED, MED-DER, NÇM, Platforma Koçberiyê û Dayikên Aştiyê ji bo tevlibûna meşa ku dê li dijî çekên kîmyewî bi dirûşma “Li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” li Silopiyayê were lidarxistin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk li dijî mirovahiyê sûc dike û divê kesek bêdeng nemîne.     Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYADER), TUHAD-FED, MED-DER,NÇM, Platforma Koçberiyê, Hawirdor, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî meşa ku dê di 6’ê mijdarê de bi dirûşma “Li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” bê lidarxistin, li avahiya HDP’a Silopiya ya Şirnexê daxuyanî dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’a Şirnexê û navçeyên wê tev li daxuyaniyê bûn û banga tevlibûna meşê kirin.    Daxuyaniya hevpar ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hat xwendin. Ozturk, bal kişand ser êrişên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn û wiha got: “Êrişên Tirkiyeyê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê ji sala 2021’an û vir ve bê navber didomin. Di dîmenên ku derketine holê de diyar dibe ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa tirk ve, endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê, li erdnîgariyeke berfireh wêraniya ekolojîk hat jiyîn û hemû jîndarên ku li herêmê dijîn zirareke mezin dît û vê jî di civakê de rê li ber hêrseke mezin vekir. Bi qasî ku em li ser çapemeniyê dibînin, tê diyarkirin ku endamên PKK’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.”    ‘PEYMANA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE’   Ozturk, di berdewamê de anî ziman ku Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî re peymanên navneteweyî binpê dike û wiha domand: “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û mirovahiyê ye. Wext tune ye. Der barê bikaranîna çekên kîmyewî ku ji bo hemû zindiyên gerdûnê xetereye û di hiqûqa navneteweyî de wek sûc tê dîtin, tespît û delîlên cidî hene. Di dîmenên ku hatine parvekirin de xuya dibe ku Tirkiye bi awayekî eşkere peymanên navneteweyî binpê dike.”    ‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’   Bi domdarî Ozturk bal kişand ser astengkirina lêkolînkirina çekên kîmyewî û wiha pê de çû: “Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê nahêle ku komîteyên pispor ên serbixwe li herêmê lêkolîna çekên kîmyewî bikin. Ev yek jî rê li ber hêrseke mezin vedike. Divê rêveberiya herêmê ewlekariya şandeyan bigire û destûrê bide. Divê tu kes nebe şirîkê vî şerê hovane û sûcê li dijî mirovahiyê.”   BANGAWAZÎ   Di berdewamê de Ozturk da zanîn ku divê hemû kes dengê xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derxîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek berpirsyariya her kesî ye. Roj ne roja bêdengiyê ye, roj roja parastina mirovahiyê ye. Roj roja li dijî şer bilindkirina deng e. Jiyana mirovan pîroz e. Em bang li hemû sazî, pêkhate, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, gelê xwe û her welatiyê xwedî wijdan ku alîgirê jiyanê ne dikin ku têbikoşin. Li ser vê bingehê em ê di 6’ê mijdarê de ji Silopiyayê ber bi Xabûr ve meşa ‘li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê’ li dar bixin. Em, banga tevlibûnê li tevahiya gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin.”   ‘DEV JI VÎ ŞERÊ XWE YÊ QIRÊJ BERDIN’   Piştre jî ji Meclisa Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît axivî. Yîgît, anî ziman ku ew bi salane li dijî şer, aştiyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Li her çar parçeyan jî şerekî dijwar diqewime. Di nava vî şêrî de jin, ciwan û zarok bi çekên kîmyewî tên kuştin. Hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ne dibêje jin e, ne dibêje ciwan û dikuje. Em êrişên bi çekên kîmyewî şermezar dikin. Banga me heye; dev ji vî şerê qirêjî berdin. Banga min jî Barzanî re jî heye, heke xwîna kurdatiyê di te de hebe, rê li vî şêrî bigire.”   ‘EV NE SEKNEKE KURDISTANÎ YE’   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî diyar kir ku dem dema derxistina deng a li dijî faşîzmê ye û wiha derbirî: “Divê kesek li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemîne. Em ê li dijî vê di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê meşekê li dar bixin. Yê ku li Helebçeyê çekên kîmyewî bi kar anî Sedam bû. Lê her kes bi dawiya Sedam dizane. Lewma divê desthilatdarî baş hizra xwe li ser mirina Sedam bike. Bikaranîna çekên kîmyewî înkar dikin lê roj bi roj van êrişan zêdetir dikin. Bi binçavkirina Şebnem Korur Fîncanci re li xwe mikûr hatin. Ji ber tirsa xwe, zilmê zêdetir dikin. Hûn nikarin bikaranîna çekên kîmyewî veşêrin. Heke hûn ji xwe bawer bin, wê demê destûrê bidin ku saziyên serbixwe yên navneteweyî biçin herêmê, lêkolînan bikin û rapora xwe bi raya giştî re parve bikin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê, bi alîkariya PDK’ê tê kirin. Ev ne sekneke kurdistanî ye. Em ê li dijî vê dengê xwe bilindtir bikin û di 6’ê mijdarê de bimeşin.”    ‘HÛN NIKARIN MILYONAN BIGIRIN’   Herî dawî jî Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, anî ziman ku dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê rêyeke li ber wan heye ku OPWC biçe herêmê û lêkolînan bike. Em dixwazin biçin wir û rapora xwe bi raya giştî re parve bikin.”