Binçavkirina Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin: Di zûtirin demê de berdin 2022-10-26 15:19:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Binçavkirina Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci li gelek bajaran hat protestokirin û di çalakiyan de banga; “Di zûtirin demê de berdin” hat kirin.  Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber axaftinên xwe yên derheqê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ji hêla dewleta tirk ve, hedef hatibû nîşandan û derheqê wê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatibû destpêkirin û di vê çarçoveyê de jî îro di danê sibehê de li Stenbolê hat binçavkirin. Binçavkirina Fîncanci, li gelek bajaran hat protestokirin.    AMED   Bi vê mebestê, li Amedê bi tevlibûna endam û rêveberên gelek sendîka û rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya Odeya Bijîşkan daxuyanî hat dayîn. Nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Platforma Ked û Demokrasiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Demokrasiyê ya Mêrdînê, Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, Komeleya Jinan a Rosayê, DÎSK Genel-Îş, TMMOB, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê û Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê jî di daxuyaniyê de amade bûn.     Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî serdegirtina mala Fîncanci da. Bi domdarî Tûran wiha got: “Fîncanci, parastvana mafên mirovan û zanyareke û her tim li dijî tundiyê ye. Tevahiya jiyana xwe bo zanistê û ji bo pêşîlêgirtina îşkenceya li welatê me û deverên din ên cîhanê derbs kir. Tişta ku li Fîncanci hatiye kirin ne tenê binpêkirineke giran a mafê raman û azadiyê lê di heman demê de êrişeke li dijî parastina mafên mirovan e.”    Bi domdarî Tûran bi bîr xist ku piştî daxuyaniyên desthilatdariyê Fîncanci hatiye binçavkirin û ev tişt anî ziman: “Ev binçavkirin, asta herî jor a zexta ku ev derdor li TTB’ê û hemû rêxistinên ked û pîşeyî ye. Weke rêxistinên ked û pîşeyî, em kampanyaya lînçkirinê ya li dijî Fîncanci hatiye desptêkirin û sepanên derhiqûqî qebûl nakin. Divê Fîncanci di zûtirin demê de bê berdan.”    Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî da zanîn ku binçavkirina Fîncanci derhiqûqî ye û binpêkirina mafê raman e. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî got ku ew bi Fîncanci re ne û xwest ku di zûtirin demê de were berdan.    STENBOL    Şaxên Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Stenbolê jî li pêşiya avahiya xwe ya li Şîşliyê daxuyanî da. Hevserokê Şaxa SES’a Anadoluyê Erdal Guzel di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Dema mijara behsa xeberê dibe bikaranîna çekên kîmyewî, kesên ji ewil mîkrofon lê tê dirêjkirin bijîşk û rêxistinên pîşeyî ne. Fîncanci, dîmenên heyî weke bijîşkekî nirxandiye û da zanîn ku heke mirinên heyî ji ber çekên kîmyewî çêbibin, divê di çarçoveya Protokola Minnesotayê de lêpirsîn bê destpêkirin. Li şûna ku desthilatdarî daxwaza lêkolînê bike, di şexsê Fîncanci de pisporiya bijîşktiyê hedef girtiye. Li gel ku hinek kesayetên siyasî hedef nîşan da jî, ji bo îfadeyê vegeriya welêt. Di rewşeke wiha de nayê qebûlkirin ku bi serdegirtina malê bê girtin. Parastina tenduristiya gel, dijbertiya li şer û tevgera li gorî rastiya zanistê sûc nîne.”   ARTVÎN   Nûnertiya SES’ê ya Artvînê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tu tiştekî Fîncanci aniye ziman sûc nîne û ev tişt hatin destnîşankirin: “Piştî daxuyaniyên derdorên desthilatdariyê yên weke fermana bo darazê, biryara binçavkirinê hat dayîn. Weke rêxistinên pîşeyî em lînça siyasî ya li dijî Fîncanci hatiye destpêkirin qebûl nakin. Fîncanci bi tenê nîne û rûmeta me ye.”    EDENE   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê jî li Parka Ataturkê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Şebnem Korur Fîncanci di zûtirin demê de bê berdan. Binçavkirin nayê qebûlkirin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Serokê Odeya Bijîşkan ê Edeneyê Selahattîn Menteş axivî û wiha got: “Çawa ku ji ber gotina me ya ‘şer, pirsgirêkeke tenduristiya gel e’ qiyamet hatibe rakirin û em hatibin darizandin, îro jî tu fikarên me ji bo darizandinê nînin. Divê rêgezên dewleta demokratîk û hiqûqî bi ci bînin û piştî îfadeyê jî di zûtirin demê de Dr. Şebnem Korur Fîncanci berdin.”