Ji bo parêzerên hedef hatin girtin wê gilî bê kirin 2022-10-26 15:50:11 STENBOL - Hiqûqnasan bertek nîşanî hedefgirtina parêzer Aryen Tûran û Sezîn Ûçar a ji ber axaftinên xwe yên li hilbijartinên baroyê dan û gotin: “Ev mijar, encama bêtehemuliya hem jinan hem jî hebûnên cuda yên etnîkî ye.”  Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parêzerên Demokratên Azadîxwaz, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Koma Hiqûqnasên Hemdem, Piştgiriya Parêzeran û Hiqûqnasên ji bo Edaletê der barê parêzer Aryen Tûran û Sezîn Ûçar ên ku ji ber axaftinên xwe yên di hilbijartinên baroyê de bûn hedef li Qada Çaglayan a Şişliyê daxuyanî dan. Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû û gelek kesên din jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINÊ DAN   Ji Koma Parêzerên Hemdem Kemal Aytaç diyar kir ku desthilat her ku diçe ji hêzê dikeve, nikare welat bi rê ve bibe û ji ber vê yekê zext û êrişên xwe zêde dike. Aytaç, bertek nîşanî binçavkirina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) dan û wiha got: “Hêj di bin çavan de û îfadeya wê nehatiye wergirtin, Serdozgerê Komarê bêyî ku şerm bike dixwaze peywîra wê were bidawîkirin. Bi kîjan maf û hiqûqê? Hûn kî ne ku Seroka TTB’ê, saziyên maf ji peywîrê bigirin? Em vê mûameleyê qebûl nakin. Ev bi awayekî aşkere faşîzm e. Kesên ku mûxalîf, kesên ne ji wan dijmên maf û weke xayînê welat tê binavkirin. Ev gel manîpule dikin. Provokasyoneke ku bi zanebûn tê kirine. Em vê şermezar û lanet dikin.”   Aytaş, bertek nîşanî 11 rojnamevanên ku duh bi serdegirtinên malan de hatin binçavkirin da û wiha axivî: “Ev çi ye? Dixwazin çi bikin? Rojnamevan, serokên baroyan nizanim kî terorîst û xayînên welat in. Ev çi ye? Ev hişmendiyeke çawa ye?”    ODA TV HEDEF NÎŞAN DA    Parêzer Meral Hambayat a li ser navê rêxistinên hiqûqê axivî, ragihand ku piştî hilbijartinên lijneya giştî ya Baroya Stenbolê Oda TV’yê bi serenavê “Kîmyasalvanan winda kir, Ataturkvanan qezenc kir” parêzer Sezîn Ûçar hedef girt. Hambayat, hedef girtina Ûçar ku di civata giştî ya Baroya Stenbolê de ya di sala 2022’an de hat lidarxistin de, tevî ku di ti lîsteyê de nebû namzet rexne kir û got: “Oda Tv’yê berovajî veguhastina heqîqetê û agahiyên rast ku yek ji prensîbên etîk ên herî bingehîn ên rojnamegeriyê ye, ji bo civakê tenê ji bo hempîşeyê me hedef nîşan bide nûçeyên sexte çêkirin. Bi nûçeyên xwe yên sexte hempîşeyê me kiriye hedef û sûcê teşwîqkirina gel a li kîn û dijminatiyê jî kiriye.”   BÊ TEHAMULIYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’    Hambayat, bi bîr xist ku Rêveberiya Navenda Giştî û endama Şaxa OHD’a Îzmîrê Aryen Tûran a di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê di heman dîrokan de hedef hate girtin û diyar kir ku ji ber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” Tûran di lijneyê de bi êrişa fizîkî re rûbirû ma. Hambayat, anî ziman ku hempîşeya wan hem ji aliyê qenalên netewî hem jî ji aliyê Umît Ozdag hedef hatiye wergirtin.     DÊ GILÎ BIKIN    Hambayat, destnîşan kir ku bûyerên qewimîne ne şexsî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji encamên kûrbûna faşîzmê û rejîma yek zîhniyeta li welêt a ji ber gotin û pêkanînên hikûmetê ye. Bi heman awayî ne tesadûf e ku her du hevalên me yên rastî vê êrîşê hatin jin bûn. Ev bûyer li meclîsên giştî yên baroyan qewimî ye. Ev mijar, encama bêtehemuliya hem jinan hem jî hebûnên cuda yên etnîkî ye. Ev encama îfadeya ramana totalîter e. Ji ber ku totalîterî tenê yekperestiyê dixwaze, tehamula fikir û jiyana din jî tune ye.”   Hambayat, da zanîn ku wê têkildarî her bûyeran giliyê bikin û destnîşan kirin ku wê têkoşîna wan li her qadê bidome.    Sekreterê Giştî yê TBB’ê Velî Kuçuk jî wiha got: “Binçavkirin û lêpirsînên neheq ên xebatkarên çapemeniyê pê re rûbirû dimînin, krîmînalîzekirina rêxistinên pîşeyî û Seroka TTB’ê ya mîna sûcdaran weke ku direvin bi dîmenan binçav dikin û weke ku sûcdar in tên nîşandan nayê qebûlkirin.