Cebraîl Gundogdû yê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin 2022-10-26 20:36:01   ÎZMÎR - Cebraîl Gundogdû yê li navçeya Menemenê hatibû binçavkirin û îşkence lê hatibû kirin, hat girtin.    Cebraîl Gundogdû ku di 22’yê Cotmehê de ji aliyê polîsên tirk ve li navçeya Menemen a Îzmîrê hatibû binçavkirin û îşkence lê hatıbü kirin, hat girtin.  Gundogdû ji ber işkenceya lê hatıbü kirin, li midûriyeta polisan mafê xwe yê neaxaftinê bi kar anî.  Gundogdûyê ku îro destî wî ji pişt ve kelemçekirî anîn edliyeyê, bi daxwaza girtinê ya dozgeriyê birin dadgehê. Gundogdû, li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar diyar kir ku îşkence lê hatiye kirin û got ku ji ber biryara nepeniyê li ser dosyeyê heye, nizane ku çima hatiye binçavkirin û daxwaza berdana xwe kir.    Piştre parêzerên Gundogdû ku axivîn. Parêzeran xwest ku şaneyên derbkirinê yên reş û şîn ên li ser can û serçavê Gundogdû di girtekê de bên tomarkirin û giliyê berpirsan bê kirin.  Dadger, daxwaza parêzeran red kir û biryara girtina Cebraîl Gundogdû da.